Gultan Kişanak: Divê em daxwaza xwe hîn bilindtir bînin ziman

  • 18:51 13 Îlon 2025
  • Rojane
STENBOL-Gultan Kişanak di panela ‘di çareseriya pirsgirêka Kurd de lêgerîn’ ya Navenda Çanda Kivilcim pêk anîn de axivî û got: “Banga Birêz Ocalan ya 27’ê Sibatê de kiriye û banga lihevkirinê ya bi dewletê re banga civaka demokratîk ali hemû civakê hatiye kirinê ye. Ger em vê bangê fêm nekin wê demê pirsgirêk bi me re ye. Divê em daxwaza xwe hîn xurtir bînin ziman.”
 
Navenda Çanda Kivilcim bi tevlibûna siyasetmedar Gultan Kişanak û nivîskar Mehmet Aytungç bi sernavê ‘Di çareseriya pirsgirêka Kurd de lêgerîna çareseriyê’ li Navenda Çanda Kivilcim panel pêk anîn. Moderatorê panelê nivîskar Vedat Yildiz bû. Gelek parêzvanên mafê mirovan û rêxistinên civaka sivîl tevli bûn.
 
Gultan Kişanak da zanîn ku Abdullah Ocalan lîderê tevgera civakiye û got: “Demên dawî de ji ser paradîgma ‘aştî û civaka demokratîk’ a Birêz Ocalan polîtîka rizandinê dimeşînin. Ez baer dikim ku tevgera şoreşger a Tirkiyeyê wê nekeve vê polîtîkayê. Banga Birêz Ocalan ya 27’ê Sibatê de kiriye û banga lihevkirinê ya bi dewletê re banga civaka demokratîk ali hemû civakê hatiye kirinê ye. Ger em vê bangê fêm nekin wê demê pirsgirêk bi me re ye. Divê em daxwaza xwe hîn xurtir bînin ziman.”
 
Axaftin bi nîqaşên der barê pêvajoyê de bidawî bûn.