Di ser de 32 sal derbas bû: Gumanbar nehatin darizandin, doz hat girtin

  • 09:04 13 Tebax 2025
  • Rojane
Neslîhan Kardaş 
 
QERS - Arzu Savaş Derman a di komkujiya Têkorê de xalê xwe winda kir wiha got: “Li lingên wan nexistibûn. Bi darbeyên kuştinê hedef girtibûn. Gumanbar nehatin darizandin, doz hatin girtin. Lê ji bo me hîna birînek bi xwîn e.”
 
Di ser komkujiya li Têkorê re 32 sal der bas bûn. Gundiyan ji bo protestokirina ku zextên dewletê û ferzkirina cerdevaniyê meş pêk anîbûn û hatibûn qetilkirin. Di 14’ê tebaxa 1993’an de hêzên ewlehiyê gule bi ser gel de reşandin. Di komkujiyê de, Gulcan Çagdavul (8 ), Selvî Çagdavul (14), Yeter Kerencîler (13), Necla Geçener (14), Zarîfe Boylu (15), Erdal Bugan (17), Zeynep Çagdavul (19), Hacer Hacioglu (20), Suna Çidemal (21), Fatma Parlak (22), Faruk Aydin (27), Cemil Ozvariş (39), Giyasettîn Çalişçi (41), Hasan Çagdavul (43), Suleyman Taş (47), Nurettin Orun (80), Tutiye Talan (66) jiyana xwe ji dest dan û 63 kes jî birîndar bûn. Lê gumanbar bê ceza hatin hiştin.
 
Li gorî qeydên fermî, 17 kesî di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane. Lê li gorî şahdidan ev hejmar ji 17’an zêdetir e.  Tê gotin ku hinek kesan xwe xilas kirine û veşartine û hinek jî ji ber birînên ku enfeksiyon girtine, ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest dane.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Qersê Arzu Savaş Derman ku di komujiyê de xalê xwe winda kir der barê wê rojê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Dest didan ser xurekên mirovan’
 
Arzu Savaş Derman da zanîn ku di 1993’an de li herêmê ambargo û zextên cidî mijara gotinêbûne û got: “Mirov ji bo xurekan diçûn navenda bajar lê di riyan de dihatin sekinandin û xurekên wan dihatin desteserkirin. Ev rewş her tim didomiya û gel ji vê rewşê ne razîbû. Bêzar bibû. Digotin çima ev zilm tê kirin. Çewalek kartol digirtin tenê du kîlo didan wan û yên din vala dikirin. Şekir bi heman awayî dikirin. Xurekê mirovan dihatin desteserkirin.”
 
‘Kesên ji gundên din ji bo meşê dihatin astengkirin’
 
Arzu Savaş Derman wiha dirêjî dayê: “14 gundên li zozanan û gundên din ên Têkorê ji bo rewşê protesto bikin xwestin biçin navenda Têkorê. Gundiyan digotin wê pirsa ‘çima wisa dikin’ bipirsin. Gundiyên ji gundê Akrak hatin xwestin bikevin hundir. Gundiyê ji aliyê Îdirê yên Têkorê û yên ji Qers û Bazarcixê hatin jî hebûn. Lê hatin astengkirin. Pêşiya wan hat girtin. Qeymeqam got vegerin.”
 
‘Bêyî hişyarî gule reşandin’
 
Arzu Savaş Derman bi lêv kir ku xalê wê Faruk Aydin jî di meşê de bûye û got: “Zaroka xalê min 6 mehî bû.Meş nêzî Têkorê bibû. Lê dengê çekan hat. Mirov di nava xwînê de li erdê ketin. Tîmên taybet yên li giran xwe veşartibûn bêyî hişyarî gel gulebaran kirin. Birîndaran hewl dan birevin. Hinek li ser riyan ketin. Her der xwîn bû. Mirov bi fikar û hawar bûn. Mirovan hewl didan birîndaran xilas bikin xwe bigihînin wesayîtan. Lê ew jî hatin gulebarankirin.”
 
‘Di nava kesên hatin qetilkirin de zarok jî hebûn’
 
Arzu Savaş Derman diyar kir ku zilm ji xwe giran bû, di dawiyê de jî gel hatiye gulebarankirin. Arzu Savaş Derman ev tişt anî ziman: “Di navde xalê min nasên me jî hebûn. Di destê tu kesî de çek tunebû. Tenê ji bo daxwazên xwe bînin ziman diçûn. Jin, ciwan û kal û pîr hedef hating irtin. Zarok jî hatin qetilkirin. 14-15 salî bûn. Li nexweşxaneyan zextan berdewam kir. Bûyer di demek kurt de belav bû. Wê demê em li gund bûn. Dema me agahî girt em çûn Têkorê. Girtina cenazeyan bê derfet bû. Cenaze heman rojê nedan. Du rojan li Têkorê dan sekinandin. Li her gundî gor dihatin kolan.”
 
Gumanbar nehatin darizandin
 
Arzu Savaş Derman destnîşan kir ku ew tu car vê bûyerê ji bîr nake û wiha dawî lê anî: “Gelek kesî ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest dan. Dibêjin 17 kes lê hejmar li gorî min zêde bû. Piştî komkujiyê doz hatin vekirin. Lê dosya piştre hatin girtin. Gumanbar nehatin darizandin.”