Bertek nîşanî zagona 7554'an dan

  • 15:43 26 Tîrmeh 2025
  • Ekolojî
 
WAN - Nûnerên rêxistinên sivîl diyar kirin ku Qanûna Hejmar 7554’an rê li ber lêgerîna madenan li deverên parastî yên wekî Çemê Zîlan vekiriye û daxwaza betalkirina qanûnê kirin.
 
Baroya Wanê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Platforma Ekolojiyê ya Zîlanê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Ekolojiyê (EKO-DER) li Çemê Zîlanê der barê derxistina "Guhertina Hin Qanûnan bi Hejmara 7554’an" de civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsên "Em dev ji axa xwe bernadin" û pankartên bi nivîsên "Em rê nadin li Zîlanê komkujiyek duyemîn pêk bê", û "Talankirina xwezayê bi qanûnê nayê rewakirin" hate vekirin, her wiha dirûşma "Bê xweza jiyan nabe" hate berzkirin.
 
Parêzer Mesut Işik, li ser navê rêxistinên civaka sivîl axivî û diyar kir ku ev qanûn rêgezên bingehîn ên qanûna jîngehê qels dike, têkoşîna ji bo parastina xwezayê qels dike û qadên giştî li gorî sermayeyê dirust dike û ev tişt got: "Tevî nerazîbûna raya cemawerîl û hemî nerazîbûnên rêxistinên ekolojiyê, odeyên pîşeyî, komeleyên baroyan û welatiyan, 'Qanûna Maden û Zeytûngehan', ku bi aşkera Destûra Bingehîn bin pê dike, ji aliyê Meclîs ve hatiye pejirandin. Ev qanûn ne tenê xweza û qadên jiyana hevpar ên gel, di heman demê de ji bo mafên bingehîn, ewlehiya qanûnî û rêgezên destûra bingehîn dixe xetere ye.”
 
Mesut Işik diyar kir ku Çemê Zîlan û derdora wê li navçeya Erdîş a Wanê di nav deverên herî hêja yên jiyana xwezayî, mîrata çandî û hevsengiya ekolojîk de ne û destnîşan kir ku ev qanûn rê li ber lêgerîna madenan li deverên parastî yên wekî Zîlan vedike. Işik wiha pê de çû: "Destpêkirina analîzên axê li dora Çemê Zîlan nîşan dide ku berî qanûn bê derxistin ev gef dest pê kiriye. Ev qanûn bendên 17, 35 û 56 ên Destûra Bingehîn bin pê dike. Ew rê li ber wêrankirina jîngehê vedike. Divê ev qanûn were betalkirin; divê rêziknameyek qanûnî ya ku xweza, mirov û jiyanê diparêze were sazkirin. Divê Dadgeha Destûrî bibe alîyek rêziknameyek qanûnî ku jiyanê diparêze, ne alîgirê ya ku wê tune dike. Em ê têkoşîna xwe ya qanûnî ji bo her bihostek axa xwe, her dilopek ava xwe û mafê jiyanê yê her zindiyek, nexasim Çemê Zîlan, bidomînin."