
ROJEVA 13'YÊ HEZÎRANA 2025'AN
- 09:00 13 Hezîran 2025
- Rojev
*Konfederalîzma Jinan a Cîhanê têkoşîna yekbûyî mezin dike. Şert û mercên afirandina azadiyê ava dike. Ev enerjî û watedarî dişibe risandina teşiyê. Serî li bîra kolektîf a civakan dide û piştgiriyê dide cîhana watedarbûnê. JINEOLOJÎ
*Endama Lijneya Weşana Kovara Praksîs Dr. Ecehan Balta da zanîn ku rola jinan a di pêvajoyê şoreşê de mezine û got di peymanên civakî yên tên kirin de divê jin rola pêşeng bilîzin. Ecehan Balta wiha got: “Ji bo pirsgirêka jinan çareser bibe hewce bi saziyên enternasyonal heye. Hewcedarî bi piştevanî û hevkariyê heye.” DÎMEN HEYE
*Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya hat destpêkirin de hîna desthilatdariyê gavek navêtiye. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Emîne Ozer got: “PKK’ê bi berdana çekan bersiv da. Niha dora desthilatdariyê ye. Divê demildest gav bên avêtin.” DÎMEN HEYE
*Endama Kolektîfa Ekolojiyê ya Polen Derya Sever da zanîn ku ji bo qirkirina ekolojiyê bidawî bibe û avakirina civakek ekolojîk divê berpirsyariya pêvajoya aştiyê bê cih û wiha got: “Aştiya xwezayê divê bi pêşengiya jinan pêk bê. Bêyî aştiya ekolojiyê û zayendê ji bo gelan jî aştî ne pêkane. Pergal neguhere wê hilweşîna ekolojîk bidome. Divê têkoşîna hevpar a ekolojîk bê hûnandin.” DÎMEN HEYE
*Eyne Atabay a ku keça wê 29 sal in girtiye û kurekî xwe di pêvajoya pevçûnê de winda kiriye wiha got: “Em bi serokatiya xwe ku ev pêvajo daye destpêkirin bawer in. Em wek ava zelal pê bawer in. Bila kes nebêje em gelê Kurd dixapînin. Gelê Kurd piştgiriyê dide serokatiya xwe.”
DÎMEN HEYE