Îlham Ehmed: Divê gavên hukukî û demokratîk bên avêtin

  • 21:41 24 Gulan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Îlham Ehmed di konferansa li Atînayê de axivî û diyar kir ku divê pergalên ewlehî, aborî û perwerdehiyê bibin xwecihî.
 
Konferansa “Pirsgirêka Kurd û geşedanên li Rojhilata Navîn” a li paytexta Yewnanistan Atînayê piştî rûniştina duyemîn dewam dike. Piştî navberê  Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed axaftinek kir.
 
‘HTŞ li gorî xwe biryaran digire’
 
Îlham Ehmed bal kişand ser pevçûnên li Sûriyeyê û wiha got: “Li Sûriyeyê şerekî dirêj çêbû, pir xwîn rijiya. Piştî hilweşandina rejîma Baasê pirsgirêkên aborî, zextên li ser jinan zêde bûn û çareser nebûn. Sûriye rûbirûyê îhtîmala şerê navxweyî û krîzekî mezin e. Ji xeynî vê jî HTŞ bi serê xwe biryaran digre, bi gelan re hevpar nabe.”
 
'Gel bi xetereyan re rû bi rû ye'
 
Îlham Ehmed diyar kir ku eger saziyên dewletê neyên sererastkirin, di rojên pêşiya me de gelên Sûriyeyê rûbirûyê xeteriya komên cîhadîst û çeteyên DAÎŞ’ê bibe û bilêv kir ku Sûriye ji gelek gel û baweriyan pêk tê û got ku nabe ku ev li yek ziman û li yek bawerî were sînordarkirin. Îlham Ehmed ragihand ku eger di rêveberiya yek navendî ya Sûriyeyê de israr bikin dibe ku bi xeteriya şerê navxweyî ya mezin re rûbirû bimînin û gelek civak bi serê xwe biryaran bigrin.
 
‘Zext li ser jinan zêde bûn’
 
Îlham Ehmed got ku gelek dewlet kirinên xwe yên li ser Sûriyeyê rakirine, lê li bendê ne ku li Sûriyeyê rêveberiyek demokratîk û her kesî di nava xwe de dihewîne were avakirin. Îlham Ehmed destnîşan kir ku zextên çeteyên cîhadîst ên li ser jinan zêde bûne, mafê jinan her ku diçe tune tê hesibandin û di seranserê Sûriyeyê de çareseriya pirsgirêkan modela Rêveberiya Xweser e.
 
Îlham Ehmed îşaret bi hevdîtinên bi rejîma Şamê re jî kir û diyar kir ku divê pergalên ewlehî, aborî û perwerdehiyê bibin xwecihî.
 
Îlham Ehmed destnîşan kir ku ne pêkan e ku vegerin pergala rejîma Baasê û got ku divê pergalekî xweser bibe. Ehmed diyar kir ku xeteriya DAÎŞ’ê hîna jî heye û li hemberî vê xeteriyê hêza herî girîng Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ye. Îlham Ehmed anî ziman ku pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin wê bandor li ser wan û herêmê bike û bilêv kir ku nêrînên Abdullah Ocalan pêwîst in û divê pirsgirêk li ser maseyê were çareserkirin.
 
Îlham Ehmed herî dawî destnîşan kir ku divê piştî Kongreya 12’emîn a PK’ê gavên hiqûqî û demokratîk werin avêtin û pêvajoya piştî vê li gorî çarçoveyên qanûnî were dewam kirin.
 
 Di rûniştina dawî ya konferansê de wê hêzên herêmî û meseleya Kurd were nîqaşkirin.