Jin wê di ‘Meşa aştiya civakî de’ dengê xwe bilind bikin

  • 09:02 24 Gulan 2025
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Çîmen Fîdan der barê ‘Meşa aştiya civakî’ ya ku wê TJA di 31’ê Gulanê de pêk bîne axivî û got divê jin di her alî de li dijî tundiyê li qadan cihê xwe bigirin û dengê xwe bilind bikin. Çîmen Fîdan jin vexwendin meşê û got divê hemû jin bêjin "em jî hene".
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), 31’ê Gulanê de li Qada Şêx Saîd a navçeya Sûr a Amedê saet di 16.00’an de bi tevlibûna hezaran jinên ji Kurdistan û Tirkiyeyê wê ‘Meşa aştiya civakî’ pêk bînin. Jinên li dijî qeitlkirin, tundî, astengkirin aazadiyê û hemû pirsgirêkên civakê li kolanan dengê xwe bilind dikin, vê carê 31’ê Gulanê de li Qada Şêx Saîd wê meşa ‘jin li vir in’ pêk bînin.
 
Aktîvîsta TJA’yê Çîmen Fîdan der barê meşa ku wê bi hezaran kes tevli bibin de axivî.
 
Jin wê ji bo aştî û çareseriya demokratîk bimeşin
 
Çîmen Fîdan diyar kir ku wê di 31’ê Gulanê de jin ji bo aştî û çareseriya demokratîk bimeşin û wiha got: “TJA’yê der barê vê de konferans pêk anî. Dema konferans pêk hat ewil  azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê de xebat hatin kirin. Ji bo aştiyeke bi rumet û civakî ji bo avakirina civakek demokratîk jin kirde ne. Ji ber jin kirde ne me ev plansazî kir. Meş û mîtinga beriya vê hat kirin jî bi pêşengiya jinan hat kirin. Demek berê li Amedê  bîranînek pêk hat. Jinan p3eşengiya vê kir û dayikên aştiyê jî pêşengiya meşê kir. Bi salane tundî li jinan tê kirin. Jin tên binpêkirin. Jin ji bo jiyanek wekhev têkoşînê dimeşînin. Têkoşîneke jinan a li dijî destdirêjî, qirkirinê heye. Bi banga 27’ê Sibatê de hatiye kirin de hat diyarkirin ku jin wê hêza pêşeng bikin. Ji ber vê meşek wisa pêk hat. Bêguman ev ne tenê jinên Kurd an jî aliyekî eleqeder dike. Ji Tirkiyeyê heta Kurdistanê hemû aliyan eleqeder dike.”
 
‘Jin li hemû qadên têkoşînê kirde ne’
 
Çîmen Fîdan destnîşan kir ku jin bi salan e li dijî her cureyê tundiyê û qetilkirinan bêyî serî bitewîne bi awayekî xurt têdikoşe û wiha vegot: “Xebatên me wê li tax, kolan, navçe û gundan heta 31’ê Gulanê bidome. Komeleyên jinan, rêxistinên civaka sivîl di xebatan de cih digirin. Em bawer dikin ku wêhemû jinên li alî demokrasiyê de di van xebatan de cih bigirin û wê rojê tevli bibin. Rola ku kapîtalîzm û netew dewlet li jinan bar dike li holê ye. Lê jinan tu carê şûnde gav navêjin. Bi salane ji bo jiyanek wekhev û aza dli her derê têdikoşin. Vê çarçoveyê de pêvajoyê dihûnin.Jin di esasê de di qada têkoşînê de kirde ne.”
 
‘Divê hemû jin li qadê bin’
 
Çîmen Fîdan di dawiya axaftina xwe de bi lêv ki rku divê hemû jin li dijî prisgirêkan li qadê cih bigirin û dengê xwe bilind bikin. Çîmen Fîdan wiha vegot: “ Saset di 16.00’an de em ê li Qada Şêx Saîd bên gel hev. Meş ji wir dest pê dike. Em li benda hemû jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê ne. Em bang li hemû  jinên ciwan, aktîvîst, ekolojîst, rewşenbîr, hunermend dikin. Divê li dijî dijhiqûqiyan li qadê bin. Ji Stenbolê bigirin heta Şirnexê, ji Enqereyê bigirin heta Colemêrgê hatina jinan gelek girînge. Em hemû jinan di 31’ê Gulanê de dipên qada Şêx Saîd.”