Rojanmeger Oznur Deger: Çapemeniya azad nayê bêdengkirin
- 19:09 22 Gulan 2025
- Rojane
ERZÎNGAN - Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Ozgur ku ji girtîgeha Tîpa T ya Erzînganê tahliye bû wiha got: “Bi salane çapemeniya azad bêdeng nebû. Ji salên 190’î heta niha bêdeng nebû, nivîsî. Erka xwe anî cih û tîne cih. Ez jî bi mîrateya ku ji pêşengên xwe digirim wê têkoşîna xwe bidomînim.”
Midûra Nûçeya a JINNEWS’ê Oznur Deger ku 7’ê Sibatê de li Qoserê di serde girtina malê de hat binçavkirin bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatibû girtinê. Oznur Deger îro hat tahliyekirin. Oznur Deger li ber girtîgehê ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Tevgera Jinên Azad (TJA),Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin.
Oznur Deger axaftinek kurt kir û got: “Kêfa min nîvco ye. Hîna hevalên min girtîne. Ez ê berpirsyariya rojnamegeriyê ku 5 sale dikim ji vir şûnde jî bînim cih. Bi salane çapemeniya azad bêdeng nebû. Ji salên 190’î heta niha bêdeng nebû, nivîsî. Erka xwe anî cih û tîne cih. Ez jî bi mîrateya ku ji pêşengên xwe digirim wê têkoşîna xwe bidomînim.”
Piştî axaftina Oznur Deger dirûşmeyên ‘çapemeniya azad bêdeg nabe’ hat berzkirin.