Danişîna Oznûr Deger sibehê ye: Ev doza her rojnamegerekê ye

  • 10:40 21 Gulan 2025
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Rûniştina doza rojnamevana girtî Oznur Deger dê sibê were lidarxistin. Oznur Deger di peyama xwe de got, "Ev doz doza her rojnamevanekê ye ku helwesta jinan û rûmeta pîşeyê diparêze."
 
Yekem rûniştina doza derbarê mudura nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger de ku di 7'ê Sibatê de di serdegirtina mala malbata xwe de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi lêdanê hatibû binçavkirin û heman rojê bi tohmeta "propagandaya rêxistinê" hatibû vekirin, dê sibê were dîtin.
 
Di îdianameya li dijî rojnamevan Oznûr Deger de, ku li Girtîgeha Jinan a Erzinganê tê girtin de, li ser parvekirinên wê yên medyaya dîjîtal, rojnamevanên ku hatine kuştin Nazim Daşdan û Cîhan Bilgin wekî "endamên rêxistinê" hatine nîşandan, her wiha wêneyê birayê wê Abdulselam Değer (Kendal Qoser) jî bûye mijara îdianameyê. Tê payîn ku gelek kes, di nav de Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Parêzerên Azadiyê (OHD) jî, beşdarî danişîna ku sibê tê lidarxistin bibin.
 
Peyama Oznûr Deger
 
Oznûr Deger, ku di peyama xwe ya beriya danişînê de girtina xwe û doza ku li dijî wê hatiye vekirin wekî "operasyona tolhildanê" nirxand, got, "Ev doz doza her rojnamevanekê ye ku helwesta jinan û rûmeta pîşeyê diparêze." Rojnamevan Oznûr Deger got: "Di serdemeke ku jin di her aliyê jiyanê de hedef tên girtin û ji aliyê hişê mêran ve rastî her cûre şîdetê tên, girîng e ku hemû jin helwesta jinane qebûl bikin. Di encama berteka min a li hember daxuyaniyên zayendperest ên polîsekî ji Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê de, ez di encama operasyoneke tolhildanê de hatim girtin. Ev doz ne dozeke bi tenê ye, lê doza her jinê ye ku prensîbên jinan, helwest û exlaqê jinan û her rojnamevanekê ye ku rûmeta pîşeyî qebûl dike. Ji ber vê yekê, ji bo her kesê ku li dijî zayendperestî û bêexlaqiyê radiweste, ew meseleyeke wijdanî ye ku beşdarî vê dozê bibe. Ez dixwazim spasiya her kesî, bi taybetî jin û rojnamevanan, bikim ku di vê serdemê de hevgirtin nîşan dane. Bi hêviya ku em hemû di 22'yê Gulanê de li welatekî azad û aram tovên aştiyê li axên pîroz biçînin… Silav û rêz…"