Banga ‘Lidora zimanê Kurdî yekitiya neteweyî’ hat kirin

  • 18:30 20 Gulan 2025
  • Rojane
AMED - Li Amedê bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî meşek pêk hat û di meşê de balkişandin ser girîngiya ziman û wih ahate gotin: “Em têkoşîna parastin û pêşxistina ziman her tim li her derê bilind bikin. Werin em li dora zimanê xwe yekitiya neteweyî ava bikin.”
 
Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Entîtuya Kurdî bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji Qada Şêx Seîd heta Birca Bizinê meşek pêk anîn. Bi sedan kes bi çepik, dirûşme û tilîliyan meşiyan. Dem Partî, DBP, TJA û gelek welatî tevli meşê bûn. Pankara ‘Statuya Kurdî Pewerdehiya bi Kurdî’ hat vekirin û dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ ,’Bêziman jiyan nabe’ hatin berzkirin.
 
Daxuyanî bi Kurdî û Kurmanckî hat dayîn. Hevseroka DBP’a Amedê Ruçem Elyakut ya bi Kurmancdî ya Kurmanckî jî hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakut xwend.
Ruçem Elyakut balkişand ser girîngiya ziman û wiha got: “Zextên li ser ziman hîna diodmin. Dixwazin Kurdî bihelÎnin. Lê Kurd têdikoşin û dsetur nadin. Çanda me û zimanê me hbûn, nasname û jiyana m eye. Tu carê wê biserkevin.”
 
‘Ji bo Kurdî statu, perwerdehiya bi Kurdî'
 
Rûçem Elyakut balkişand ser banga ‘aşî û civaka demokratîk’ ya Rêberê GElê Kurd Abdullah Ocalan û daxuyairin ku bang balê dikşîne ser ziman û çandê jî û got : “Divê astengiyên li pêş ziman nabin û bigihêje statuyê. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Divê ev astengî ji holê rabin. Ji bo vê jî ji bo aştiyeke mayîn de divê Birêz Ocalan bi awayekî azad bixebite û tecrîda li ser wî bê rakirin.” Divê nasnamey a gelê Kurd bi awayekî qanûnî û hiqûqî bê naskirin. Divê têkoşîna ziman ji her demê zÊdetir bê mezinkirin. Divê ji bo Kurdî statu bê nasîn û perwerdehiya bi Kurdî bikeve jiyanê. Werin em bi hev re li dora zimanê Kurdî bên gel hev û yekitiya xwe ava bikin.”