Zozan Çewlîg: Di bin zexta qirkirinê de jin bê parastin nabe

  • 09:10 20 Gulan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Zozan Çewlîg anî ziman ku têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd nikare bêparastin bimîne û got, "Jin niha bi qirkirinê re rû bi rû ne. Li hemberî vê yekê kes nikare pêşî li têkoşîna azadiyê ya jinê bigire."
 
Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Encamnameya kongreyê û biryarên hatin wergirtin di 12'ê Gulanê de bi raya giştî re hatin parvekirin. Ji delegeyên kongreyê Zozan Çewlîg li kongreyê ev nirxandin kir:
 
"Weke tevgera jin û jinên Kurd em pir bi şans in. Rêber Apo ne tenê ji bo pirsgirêka Kurd, ji bo pirsgirêka zêdeyî 5 hezar salan hewl da. Rêber Apo di şexsê jin de vê pênase dike: jiyan ava kir, pêşengtî ji civakê re kir, nan dît, lê îro ew bê nan e. Îro bi siyaset, şer, desthilatdariya mêr hemû qadên jiyanê ji jinê hatiye veqetandin. Rêber Apo di şexsê jina Kurd de hebûnek derxist holê, nasnameyek derxist holê, zanistiyek derxist holê. Weke gelê Kurd û jinên Kurd em îdeolojiya Rêber Apo mîna nasname û azadiya xwe dibînin. Weke tevgera jin em zelal in. Weke hêzên parastina jin em zelal in. Rizgarbûna me bi rizgarbûna Rêber Apo pêkan e. Parastina xeta Rêber Apo, parastina xeta rizgariya jin e. Em hemû dizanin ku têkoşîna azadiya jin, garantiya bi ser xistina xeta Rêber Apo ye, garantiya civaka demokratîk e, garantiya parastina gelê Kurd û civaka Kurd e, garantiya parastina xwe ye.
 
Rêber Apo hişmendî, rêxistin û azadiya jinê pêş xist. Weke jinekê eger mirov hişmendiya jin di kesayeta xwe de ava bike, ew ê ji her kesê zêdetir xwedî li vê têkoşînê derbikeve. Weke hêza parastina jin jî ez dikarim vê bêjim ku navenda têkoşîna me Rêber Apo ye. Di vê mijarê de ti guman û tereduta me nîne. Em hêza xwe ji Rêber Apo digirin. Jin niha rû bi rûyê qirkirinekê ye. Li dijî vê yekê kes nikare pêşî li têkoşîna azadiya jinê bigire. Ji ber ku hişmendiya azadiya jinê ava bûye, jin baş dizane ku azadî bêparastin nabe."