'Ji bo bendava Tişrînê berxwedanê dewam kir'

  • 09:09 20 Gulan 2025
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Hevseroka TEV-ÇAND'ê ya Bakur û Rojhilata Sûriyeyê, Sumeya Mihemed da tekezkirin ku serkeftina bendava Tişrînê wê bibe kilîta rizgarkirina herêmên dagirkerî û wiha got:"Serkeftina li bendavê wê bibe kilîta rizgarkirina hemû herêmên dagikirî her wiha berxwedana gelê Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ya li ser bendava Tişrînê. Tevî êrîşên giran jî carek din vîn û îradeya xurt a gelê herêmê derket holê."
 
Berxwedana Bendava Tişrînê tevî hemû êrişan dewam kir. Gel li dijî êrîşên li ser Bendava Tişrînê di 8'ê Çile de bi karwaneke mezin berê xwe dan bendavê û li ser bendavê dest bi nobeta parastina Bendava Tişrînê kirin. Dewleta tirk bi SÎHA'yan gelek kes qetil kir. Li dijî qetilkirinê li bendava Tişrînê berxwedaneke dîrokî rû da. Hevseroka Tevgera Çand û Hunera Demokratik (TEV-ÇAND) a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê, Sumeya Mihemed têkildarî berxwdana ha dayin nirxandin kir. 
 
'Em pakrewanên bendavê bi rêzdarî bi bîr tînin'
 
Hevseroka Tevgera Çand û Hunera Demokratik (TEV-ÇAND) a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê, Sumeya Mihemed di destpêkirina axaftina xwe de pakrewanên ku li ser bendava Tişrînê heya nefesa xwe ya dawî li berxwedan bi bîr anî û wiha pê de çû:"Em berxwedana ku 119 roj li bendava Tişrîn hat kirin li rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan yê ku ew vîn di me de çand pîroz dikin. Em hemû pakrewanên ku di wê bendavê de ji bo piştgiriya şervanan û parastina rûmeta xwe gihiştin asta bêmirina ezelî weke şanogerê mezin Bavê Teyar û Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Diyala Mihemed Xelîl bi rêzdarî bi bîr tînin."
 
'Nav û dengê berxwedana bendavê li dinyayê belav bû'
 
Sumeya Mihemed diyar kir ku dema ew behsa bendavê dikin bi coş dibin û wiha axaftina xwe dirêj kir:"Dema ku em bixwazibin qala bendava Tişrîn û berxwedana ku li wir hatiye qewimandin bi bîr bixin em gelek bi heyecan dibin û moral digrin. Em weke xebatkarê çandê dema me didît ku gel berê xwe didan bendavê me her ji xwe dipirsî ku çima em jî berê xwe nadin bendavê? Ma kêmaniya me çiye? Bendav di nava erdnîgariyeke biçûk de bû lê belê nav û dengê berxwedana bendavê li dinyayê belav bû. Ji ber ku em bi gelê xwe ve girêdayî ne bê dudilî me jî berê xwe da bendavê û me nobeta xwe li wir li tenişta şervanan girt."
 
'Em li kêleka şervanên xwe bûn'
 
Sumeya Mihemed diyar kir ku wan moral ji gelê bendavê digrtin û wiha got:"Dema me ji dûr ve bi rêka ragihandinê li berxwedana bendavê temaşe dikir me gelek moral girt. Dema em beşdar bûn me her tişt da ber çavê xwe. Dema em derbasî bendavê bûn em li kêleka şervanên xwe bûn."
'Me gav paşde neavêt'
 
Sumeya Mihemed da zanîn ku tevî şehîd û birîdar çêdibûn lê belê berxwedana wan dewam dikir û wiha got:"Şer û êrîşên ku bi ser bendavê de hatin gelek giran bûn. Di encamê de komkujî derheqê sivîlan de çêbûn, gelek şehîd û birîndarên me hebûn lê belê berxwedana me dewam kir. Me gav paşde neavêt. Heger bendav ji destê me biçûya kes ji me jî nedima."
 
Strana 'Em hatin bendavê'
 
Têkildarî kar û xebatên çandê ku li ser bendavê hat kirin Sumeya Mihemed wiha got:"Li bendavê me çalakiyên xwe weke çand û huner da berdewam kirin. Me gelek şano didan çêkirin her wiha me pêşangeha wêneyên berxwedêrên şehîd li ser bendavê vekirin. Di nava wan de jî me kilîba bi navê 'Em hatin benndavê' tomar kir. Ew stran di nava şehîd, birîndar, êrîş û moralên gel de hat tomakirin."
 
'Keda Egîd ji bîr nabe'
 
Sumeya Mihemed behsa rojnemevan Egîd Roj kir û got di her kêliyê de bi gel re bû û wiha dewam kir:"Di dema ku me kilîb a 'Em hatin bendavê' tomar dikir rojnemevanê şehîd Egîd Roj di her kêliyê de bi me re bû. Bi me re bû alîkar. Egîd Roj hezkirina xwe xist dilê zarokan jî, min Egîd li ser bendavê nas kir nêzî heft rojan em bi hev re bûn. Hevalekî pir hêja bû me nedixwest ku wisa zû biçe. Me dixwest bi me re ba heya roja dawî jî li berxwe da. Egîd xebatek pir mezin ji gelê xwe re kir di warê eşkere kirina heqîqetê divê em keda wî ji bîr nekin."
 
Di axaftina xwe de Sumeya Mihemed got divê ne tenê bi starnên xwe lê belê bi nivîs şano û hunerên xwe ew berxwedana xwe dewam bikin. Her wiha got:"Ji bo em rêça nemirên xwe berdewam bikin têkoşîn divê her hebe."
 
'Bi çalakî û hunera xwe em ê qomployê têk bibin'
 
Sumeya Mihemd got jinan di berxwedana bendava Tişrînê de pêşengtî dikirin, gelek bi vîn û îrade bûn û ew jî  bi saya Rêbertî bû û wiha pê de çû:"Di berxwedana bendava Tişrînê de herî zêde yên ku dibûn pêşeng jin bûn, ji ber ku di wan de vîn û îradeyek xurt hebû û yê ku wê vîn û îradeyê di wan de çand rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Berxwedana jinan bi hêza fikir û ramanê rêbertî bû. Pir girîng e em weke jin xwedî li rêberê xwe derkevin xwedî li ramanên rêbertî derkevin. Divê her asta têkoşîna me ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bilindtir bibe. Bi çalakî û hunera xwe em ê qomploya ku li ser rêbertiya me hatiye ferzkirin têk bibin."
 
'Bi vîneke xurt ji bo bendava Tişrînê berxwedanê dewam kir'
 
Sumeya Mihemed da tekezkirin ku serkeftina bendava Tişrînê wê bibe kilîta rizgarkirina herêmên dagirkerî û wiha got:"Serkeftina li bendavê wê bibe kilîta rizgarkirina hemû herêmên dagikirî her wiha berxwedana gelê Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ya li ser bendava Tişrînê. Tevî êrîşên giran jî carek din vîn û îradeya xurt a gelê herêmê derket holê."
 
'Yên ku berê xwe didan bendavê kirasê mirinê diqetandin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Sumeya Mihemed bi bîr xist ku divê em her şopdarê rêça pakrewanên xwe bin û wiha got:"Heya ku berxwedana bendavê bi serkeftinê tacîdar bû me gelek bedelên giranbûha dan lewma divê em xwedî li keda wan biderkevin. Divê em têkoşîna ku wan daye meşandin ji bîr nekin. Yên ku berê xwe didan bendavê kirasê mirinê diqetandin. Em ê nehêlin tiştekî me bi destê dijmin keve."