Jinên ku barê wan jiyan e li dijî zoriyan têdikoşin

  • 09:02 20 Gulan 2025
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş
 
DÊRSIM - Li Kurdistanê jin li aliyekî bi pêşketina aboriyê re têdikoşin, li aliyê din jî di bin zexta zihniyeta mêr de têkoşîna jiyanê didin. Jinên ku di gelek warên jiyanê de zahmetiyan dikişînin weke “ezab” bi nav dikin.
 
 Krîza aborî li her qada jiyanê ya Kurdistanê didome. Ji ber krîza aborî şert û mercên jiyanê roj bi roj dijwartir dibin û debara jiyanê hema bêje gihiştiye asta xelayê. Li gel qeyrana ku berdewam dike, zîhniyeta feodal jî serdest e. Jin li aliyekî bi krîza aborî re têdikoşin, li aliyê din jî li dijî zîhniyeta baviksalarî têkoşîna jiyanê didin. Jin debara xwe dikin, li zarokan dinêrin, karên malê yên rojane dikin û bi zîhniyeta baviksalarî re têdikoşin.
 
Li gundê Avşekîr ê navçeya Pertagê ya Dêrsimê jin bi biryardariyeke mezin têkoşîna jiyanê didin.  Jinên li vir debara xwe bi xwedîkirina pez dikin. Jinên ku bi salan e bi xwedîkirina pez mijûl dibin û hewl didin xwe ji xizaniyê rizgar bikinjiyana xwe weke “eziyet” bi nav dikin. Ji gundê Avşekîr Îpek Kûltûr û Gulîstan Kala ji ajansa me re behsa serpêhatiya xwe ya dijwar kirin.
 
'Karekî din ku em bikin tune ye'
 
Îpek Kultur, diyar kir ku bi salan e xwedîkirina pez mijûl e û wiha got: "Ez 10 sal berê hatim vir. Li vir jiyana xwe berdewam dikim. Pezê me hebû, me hin ji wan firot û me li vir xanî kirê kir. Em bi yên mayî debara xwe dikin. Dema ez serê sibê ji xew radibim ez miyên xwe berdidim çêrê. Piştre taştêya keça xwe amade dikim. Em heta êvarê dixebitin. Karekî din ku em bikin tune ye.  Ji roja ku zewicîme heta niha ez vî karî dikim. Lê heta keng em ê vî karî bikin nizanim. Lê heta dawiya jiyana xwe em ê vîkarî nekin."
 
‘Derdê jinan naqede’
 
Gulîstan Kala jî diyar dike ku bi salan e bi xwedîkirina pez hewl didin debara xwe bikin. Gulîstan Kala diyar dike ku li gel keda ku dide, bi zîhmetiyên ku mêr pê dide kişandin re jî têdiloşe. Gulîstan Kala, anî ziman ku ji ber vê yekê jiyana wê dijwartir bûye û wiha got: "50 sal e ez li vir im. Pir hewcedariyên me hene û her tişt biha ye. Em dixwazin şivanekî ji pezê xwe re bigirin lê gelek pere dixwzin.  Pir pirsgirêk hene, bayê hemû konên vir hilweşandin. Êş û derdê me naqede, heta îro me ronahiya rojê nedîtiye. Tiştek nayê guhertin û jin êşê dikişînin.”