Vegera Şengalê didome

  • 13:12 19 Gulan 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 100 malbatên din ên Êzidî ji kampên Xankê û Çem Mişko yên Herêma Kurdistanê vegeriyan komelgeha Digûrê, Girzerik û Sikêniyê ya Şengalê.
 
Proseya vegera koçberên Êzidî ji kampên Dihokê ku ev demek bû sekinîbû, li gel hemû astengiyan jî careke din destpê kir.
 
Duh êvarê 100 malbatên din ji kampên Xankê û Çem Mişko vegeriyan komelgeha Digûrê, Girzerik û Sikêniyê.
 
Li gorî agahiyan wê heya 20’ê Gulanê 270’ê malbatên din jî ji kampan vegerin Şengalê. Îro jî biryare veger ji bo Şengalê çêbibe.
 
Hêjayî bibîrxistinêye hîn 10 kampên Êzidiyan li parêzgeha Dihokê hene ku 31 hezar Êzidî têde dijîn. 34 hezar kes jî li derveyî kampan li herêmên cûda yên Herêma Kurdistanê dijîn.
 
Her wiha li gorî rêxistina IMO’yê ya koçberan sedî 95’ê koçberên Êzidî yên li nava kampan navê xwe ji bo vegerê tomarkirine, lê proseya anîna wan ji ber sedem û hincetên cûda giran rêve diçe.
 
3’yê Tebaxa 2014’an ji ber êrişên DAIŞ’ê bi hezaran Êzidî ji Şengalê koçê Bakur, Başûr, Rojava û Ewropayê kirin. Bi hezaran kes vegeriyane Şengalê, lê hîn jî vegera hatina hezaran koçberên Êzidî bi hincetên cûda ji aliyê PDK’ê ve tê astengkirin. Wezareta Koç û Koçberan jî biryara xwe ya ji bo girtina kampan pêkne anî.