ROJEVA 18'Ê GULANA 2025'AN

  • 09:00 18 Gulan 2025
  • Rojev
 
* Abdullah Ocalan di Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de destnîşan dike ku şoreş tevgereke tifaqa civakî ye û li dijî modela netewe-dewletê feraseta neteweya demokratîk radixe pêş çavan. Ev nêzîkatiya li ser bingeha yekîtiya wekhev û dilxwaz a gelên cuda, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya herêmê peymaneke civakî ya nû pêşniyar dike. DOSYA 
 
*Parlametera DEM Partiyê Salîha Aydenîz der barê konferansa li Rojava, 12’emîn kongreya PKK’ê û ji vir şûnde divê çi bê kirin de axivî û got: “Em dixwazin li parlamentoya Tirkiyeyê komîsyonek bê avkairin. Hemû kesên meclîsê bila di komîsyonê de cih bigirin û li ser maseyê ji pirsgirêkan re çareserî bê dîtin û di vê çarçoveyê de qanûn bên derxistin.” DÎMEN HEYE
 
*Endama Komeleya Jinan a Azad a Rojhilatê Kurdistanê Denîz Derya ku tevli kongreya NADA’yê bû, diyar kir ku  di rewşa hikûmeta Îranê di demokratîkbûnê de gavê navêje wê ji hilweşînê xilas nebe û got: “Jinên xwedî li felsefeya Birêz Ocalan derdikevin, hewl didin qetil bikin. Divê her kes li dijî cezayên darvekirinê bibe yek deng.” DÎMEN HEYE
 
*Rojnameger Benedetta Rossî wiha got: “Li dijî gavên Birêz Ocalan û PKK’ê ez heman biryarbûnê bi hikûmeta Tirk re nabînim. Ji bo aştiyeke mayînde divê her du alî di nava hewldanan de bin. Di muzakereyên ku Birêz Ocalan nemeşîne de pêşketin jî ne pêkan e.”