Rastiya hebûna mirovahiyê: Zimanê dayikê

  • 09:08 14 Gulan 2025
  • Rojane

   

RIHA - Hevseroka Egîtîm-Sen a Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul balkişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê û got: “Zimanê dayikê hebûna mirovahiyê ye.”
 
Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, bi zimanê dayikê perwerde dîtin mafê herî sereke yê mirovahiyê ye. Lê li Tirkiyeyê li hember Kurdan polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê didomin û li dijî van polîtîkayan partiyên siyasî û STK ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî xebatên xwe roj bi roj mezintir dikin.
 
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) Ozlem Ulutaş Şengul der barê girîngiya ziman de nirxandin kir.
 
‘Ziman xwebûna kes e’
 
Ozlem Ulutaş Şengul diyar kir ku bi zimanê dayikê girtina perwerdehiyê gelek girîng e û wiha dirêjî dayê: “Ziman hebûna mirovan e. Qada mirov xwe heyî dike ne. Ziman xwebûn e. Dema zarok dest bi dibistanê dikin Tirkî nizanin. Ev jî dibe sedema bê derfetbûnê. Bi zimanekî ku nizanin perwerdeyê dibînin. Ev jî dibe sedema ku pey hevalên xwe dimînin.”
 
‘Em ziman azad bikin’
 
Ozlem Ulutaş Şengul bi lêv kir ku divê astengiyên li pêş ziman bên rakirin û wiha anî ziman: “Divê ziman bê bikaranîn û di nav civakê de bê axaftin. Divê bikaranîna ziman bê zêdekirin û li her derê kes zimanê xwe biaxivin. Divê mirov teşwîqê zimanê dayikê bên kirin. Divê naverokên li ser çapemeniya dîjîtal bên avkairin. Divê ziman bê azadkirin.”
 
Girîngiya bikaranîna ziman
 
Ozlem Ulutaş Şengul di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê zarok zimanê xwe li dibistan û jiyana civakî naaxivin û wiha dawî lê anî: “Bi taybet di koçberbûnê de, zarok neçarî axaftina zimanê Tirkî tên kirin. Hinek zarok qet zimanê dayikê fêr nabin. Qelsiya berhemên wêjeyî, kanal û li ser platformên civakî belavnebûna Kurdî, bikaranîna ziman a rojane kêm dike. Divê xebatên ku ziman didin jiyîn bên meşandin. Divê dewlet di vê mijarê de gavê bavêje. Divê sererastkirinên qanûnî bên kirin.”