'Hebûna mirov bi parastina zimanê xwe gengaz dibe'

  • 09:03 14 Gulan 2025
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Endama Koordînasiyona Komîteya Perwerde û Hîndekariyê Eyşa Hisên têkildarî 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de ew daxwaz dikin gelê Kurd bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin û got:"Hebûna mirov bi parastina zimanê xwe gengaz dibe. Divê hemû gel bikeve wê ferqa ku zimanê dayikê esas û bingeh e."
 
Di 15’ê Gulana 1932’yan de bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan, li Şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Girîngîya vê kovarê ev bû ku cara yekem kovarek Kurdî bi alfabeya latînî û erebî dest bi weşanê dikir. Kurd her sal 15'ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî li her aliyên Kurdistanê pîroz dikin û dixwazin êrişên li ser zimanê Kurdî bi dawî bibin û zimanê Kurdî bibe xwedî statu.
 
Endama Koordînasiyona Komîteya Perwerde û Hîndekariyê Eyşa Hisên têkildarî 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî nirxandin kir. Eyşa Hisên bi lêv kir ku ew her tim li dijî astengiyên li hember zimanê Kurdî sekinîne û got:"Tevî kişandina astengiyan xebatên me di warê bi pergalkirina zimanê Kurdî de dewam kirin û her diçû gavên mezintir me avêtin."
 
'Ev cejn ji bo me vejînek nû ye'
 
Endama Koordînasiyona Komîteya Perwerde û Hîndekariyê Eyşa Hisên di serî de Cejna Zimanê Kurdî 15'ê Gulanê pîroz kir û wiha pê de çû:"Ez 15'ê Gulanê li hemû gelê Kurd her wiha gelên aştîxwaz pîroz dikim. Ev cejn ji bo me vejînek nû ye ji ber ku heya em gihiştin van rojan me gelek zor û zehmetî dîtin."
 
'Li me dihat qedexekirin ku em bi zimanê xwe biaxivin' 
 
Eyşa Hisên da diyarkirin ku şoreşa Rojava bi şoreşa ziman hat nasîn û wiha dewam kir:"Bi ked û xebat şoreşa Rojava ku bi navê şoreşa jinê tê nasîn hat avakirin lê belê ev şoreş bi demê re bû şoreşa ziman jî. Ji ber ku têkoşîn ji bo xwendina bi zimanê dayikê her bilindtir dibû û ev yek pêk hat. Dema em diçûn dibistanê li me dihat qedexekirin ku em bi zimanê xwe biaxivin. Dema em diaxivîn jî em dihatin cezakirin."
 
'Di warê zimanê Kurdî de gavên mezin hatin avêtin'
 
Bi avakirina şoreşa 19'ê Tîrmehê re xebatên SZK Saziya Zimanê Kurdî hat destpêkirin. Eyşa Hisên di temamkirina axaftina xwe de qala wan xebatan kir û wiha pê de çû:"Dema ku şoreşa Rojava hat avakirin Saziya Zimanê Kurdî jî di nava şoreşê de bû xewedî ked û xebat. Gavên yekem hatin avêtin. Astên zimanê Kurdî ya yekemîn duyemîn û sêyemîn hatin fêrkirin. Hêdî hêdî me dibistanên xwe li bajarê Efrînê dan vekirin û dest bi fêrkirinê li ser meteryalên Kurdî kirin.Tevî kişandina astengiyan xebatên me di warê bi pergalkirina zimanê Kurdî de dewam kirin û her diçû gavên mezintir me avêtin."
 
Xanî bûn dibistan
 
Eyşa Hisên di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku astengî gelek bûn lê wan derfetên fêrkirinê dane avakirin û wiha dewam kir:"Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker em bi darê zorê ji warê xwe koçber bûn. Wê demê me berê xwe da bajarê Helebê,Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê. Ev tax jî ji sala 2013'an ve heya 2016 'an her di nava şer de bû her wiha ji ber şer û êrîşên giran derfet nedibû ku dibistan bên vekirin lê dîsa bi hewldanên pir zêde me karîbû xanî bikirina dibistan û wisa fêrkirina bi zimanê Kurdî bida dewamkirin."
 
'Zêdetirî hezar xwendekarên me hene'
 
Eyşa Hisên anî ziman ku bi daxwazên xwendekarên koçber ên Efrînê di taxê de dibistan bi awayekî fermî hatin vekirin û wiha got:"Piştî koçberbûna welatiyên Efrînê ya ji warê xwe û hin ji wan li taxê bi cih bûn koçberiya wan, li hember daxwaza wan a berdewamkirina xwendinê ya bi zimanê Kurdî, nebû asteng. Li gor daxwazên wan me li taxê dibistan ava kir. Yekem dibistana hat vekirin, di taxê de bi navê dibistana pakrewan Qehrema Efrîn bû ku bi 25 xwendekaran hat destpêkirin.Her wiha dibistana Pakrewan Avaşîn Demhat jî û herî dawî jî ya Cûdî Emenos û peymangeha bi navê Zozan Yosif jî hatin vekirin û bi awayekî giştî zêdetirî hezar xwendekarên me hene ku di dibistanê de cihê xwe digrin."
 
Hezkirina ji zimanê Kurdî re
 
Eyşa Hisên behsa hin astengiyên ku tê re derbas bûne kir û wiha got:"Heya ku me ev dibistan dan vekirin û ji nû ve ava kirin me gelek astengî dîtin. Astengiya herî mezin jî dewamkirina dorpêç û rêgiriya li ser taxê bû. Ev dorpêç qedexe dikir ku pirtûkên Kurdî derbasî taxê bibin û bi vî awayî dixwastin pêşî li fêrkirinê bidin girtin. Bi rêka PDF'ê me pirtûk di taxê de çap dikirin û li xwendekaran belav dikirin. Îro asta xwendekarên me zor baş e çimkî hezkirina wan ji zimanê wan re heye. Ji bo me xewn û xeyal bû ku em bi zimanê dayikê bixwînin, bê guman ev yek bi saya ked û fedekariya nemirên me ne. Em bi carekê keda wan ji bîr nakin û weke tê gotin 'Zimanê xelkê cil û berg e zimanê me çermê me ye'. Her çiqas em çand û dîroka xwe nas bikin ewqas em ê serkeftinan bi dest bixin."
 
'Her kes fêrî zimanê Kurdî dibin'
 
Eyşa Hisên di axaftina xwe de qala xalek sereke û balkêş kir û wiha pê de çû:"Ne tenê di dibistanên Kurdî de zimanê Kurdî tên dayin îro di dibistanên Erebî de jî waneyên zimanê Kurdî tên dayin û gelek xwendekar di vê babetê de encamên serkeftî bi dest dixin. Her çiqas em zimanê Kurdî bi pêş bixin ewqas em xeyal û armancên nemirên xwe pêk tînin."
 
'Zimanê Kurdî di nava civakê de ye'
 
Beriya ku Eyşa Hisên axaftina xwe bi dawî bike wiha da zanîn ku astên zimanê Kurdî di nava civakê de tên dayîn û wiha dom kir:"Ji ber ku hezkirina gel ji zimanê Kurdî re heye îro ne tenê di dibistanan de zimanê Kurdî tê dayîn lê belê di civakê de bi rêka meclis û komînên taxê di hefteyê de du caran bi daxwazvanên fêrbûna bi zimanê Kurdî li hev dicivin û fêrî xwendin û nivîsandinê dibin."
 
'Zimanê dayikê esas û bingeh e'
 
Di dawiya axaftina xwe de Eyşa Hisên banga xwe ji bo tevahî gelê Kurd kir û daxwaz kir ku hemû bi zimanê Kurdî biaxivin û wiha got:"Daxwazên min ji gelê Kurd ew e ku hemû zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin. Hebûna mirov bi parastina zimanê xwe gengaz dibe. Divê hemû gel bikeve wê ferqa ku zimanê dayikê esas û bingeh e."