ROJEVA 14'Ê GULANA 2025'AN

  • 09:00 14 Gulan 2025
  • Rojev
 
*Ma qebul bikerê ke ziwanê ma kurdkî zî heta nika bi xatirê cînîyanê kurdan ra resayo neslo newe. Her çî nika zanayîş binuştiş reyde vila beno la nê zanayîşî tekelê camerdan de mendê. La ma eşkenê vajê ke dewrê modernî ra ver zanayîş biçend hezar serran bi fekkî cinîyan reyde ameyo û resayo komelî.  JI PÊNÛSA JINAN 
 
*Endama Koordînasiyona Komîteya Perwerde û Hîndekariyê Eyşa Hisên têkildarî 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de ew daxwaz dikin gelê Kurd bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin û got:"Hebûna mirov bi parastina zimanê xwe gengaz dibe. Divê hemû gel bikeve wê ferqa ku zimanê dayikê esas û bingeh e." DÎMEN HEYE 
 
*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta krîzên modernîteya ku nasnameya Kurd pê re hatiye rû hev, bi berfirehî nirxandinan dike û diyar dike ku ev pêvajoya polîtîk ne tenê girêdayê Tirkiyeyê, girêdayê siyaseta herêm û cîhanê ye.
 
*Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu da zanîn ku xebatên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd didome û nîqaşên divê hevdîtin berê xwe bidin avakirina pêvajoya civaka demokratîk û veguherîna civakî, dimeşînin. BI DÎMEN 
 
*Endama Atolyeyên Jîneolojî ya Stenbolê Sevcan Kadîroglu der barê polîtîkayên malbatê, modela malbata ku di civakê de guherîn û veguherînek çawa hedef digire de, axivî û got: “Malbat veguheriya qada ku herî zêde jinan dike kole. Em malbatê red nakin tune nahesibînin. Em malbateke demokratîk a di esasê hevjiyana azad de ku jinan nake kole hedef dikin.” DÎMEN HEYE 
 
*Xwendekarên ANKA-DER’ê diyar kir ku divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu û wiha gotin: “Ziman ne tenê alava têkiliyane. Her tişte;çand, huner û jiyan bi xwe ye.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Egîtîm-Sen a Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul balkişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê û got: “Zimanê dayikê hebûna mirovahiyê ye.” DÎMEN HEYE
 
*Fatma Înce ya ji SODAP'ê bal kişand ser Kongreya 12'emîn a PKK'ê û got, "Em bi helwesta îdeolojîk û siyasî ya 50 salî ya tevgera Kurd hatine van rojan. Me dît ku bi kombûna tevgera azadiya Kurd re di têkoşîna aştiyê ya bi rûmet de serdemek û qonaxek nû hatiye. Em ê bi têkoşîna hevpar a gelan pêşerojek demokratîk û sosyalîst ava bikin." DÎMEN HEYE