Pervîn Buldan: Pêvajoya têkoşînê li benda me ye

  • 11:35 12 Gulan 2025
  • Ramyarî
  
 
Melek Avci 
 
ENQERE - Îro encamnameya Kogreya 12'yemîn a PKK’ê hat ragihandin. Derbarê mijarê de Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan diyar kir ku ji vê rojê û vir ve her kes amadekariyên pêvajoyeke nû bike û got: "Têkoşîn li benda me ye."
 
PKK'ê danezana dawî ya Kongreya xwe ya 12'yemîn a di navbera 5-7'ê Gulanê de pêk anî, eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pêkhateya rêxistinê hatiye tasfiyekirin û şerê çekdarî hatiye bidawîkirin. Di daxuyaniya Lijneya Kongreyê de hat destnîşankirin ku biryarên di encama pêvajoya ku bi banga Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de dest pê kiriye, tê wateya “destpêka serdemeke nû” ye. Di kongreyê de hat diyarkirin ku PKK’ê peywira xwe ya dîrokî bi dawî kiriye û pêvajoya pêş de wê di çarçoveya siyaseta demokratîk de bê meşandin.
 
Endama Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan di nirxandina yekemîn a biryara kongreyê de, ev roj weke "Rojeke dîrokî" nirxand.
 
Pervîn Buldan diyar kir ku ev biryar gelekî girîng e û wiha got: "Careke din dîrok bû şahidê rojeke dîrokî. Lewma di vê dema dîrokî de, di vê pêvajoya dîrokî de, helbet bila ev biryar hem ji bo Tirkiyeyê, hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê û bi taybetî jî ji bo gelê Kurd bi kêrî were girtin. PKK xwe fesih kir, çalakiyên xwe bi dawî kir. Pêşeroja Tirkiyeyê di çarçoveya Tirkiyeyeke demokratîk û hemwelatîbûna wekhev de binirxîne, ez vê biryarê ji bo me hemûyan bi fêde dibînim."
 
Pervîn Buldan di derbarê daxuyaniya PKK'ê de têkildarî meclîs û rêxistina civakî jî ev tişt anî ziman: "Ez bi rastî hêvî dikim ku di vê qonaxê de em ê Tirkiyeyeke ku di çarçoveya pêşeroja Tirkiyeyê de aştî, aramî û demokrasiyê pêk tê bibînin. Em ê niha ji bo vê yekê bixebitin. Divê her kes vê erk û berpirsyariyê bigire ser milê xwe. Dema em dibêjin meclîsê ne tenê ji bo têkoşîna me ye. Pêwîste hikûmet, dewlet bike, tiştên ku divê civak bike hene, ez dixwazim vana hemûyan bi hev re vebêjim, divê demildest tişta ku divê were kirin li parlamentoyê bê kirin."
 
Pervîn Buldan got, "Îktîdar, dewlet... Bi van hemûyan re erk û berpirsyariya her kesî zêde bûye. Ji vê rojê û vir ve her kes amadekariyên pêvajoyeke nû dike. Belê, ev pêvajo pêvajoya demokratîkbûnê ye. Wê tevkariyê li aştiyê bike. Aştî ne tenê bi biryarekê pêk tê. Ji dema ku ev astengî ji holê rabin, jixwe wê hembêzek çêbibe, aştî hîn zêdetir bibe tacîdar."