'Divê kujerê Hevrîn Xelef bê cezakirin'

  • 09:07 12 Gulan 2025
  • Rojane
Mîdye Miqted 
 
HELEB - Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Xalîde Ebdo ya bajarê Helebê erkdarkirina kujerê Hevrîn Xelef, Hatim Ebû Şeqra şermezar kir û got:"Divê kujerê Hevrîn Xelef bê cezakirin, neyê erkdarkirin."
 
Wezareta Parastinê ya desthilata Şamê serçete Ehmed El Hayis (Hatim Ebû Şeqra), yê ku Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef qetil kiribû, wekî serkirdeyê Firqeya 86'an erkdar kir. Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Xalîde Ebdo têkildarî mijarê wiha got:"Kujerê ku zihniyeta wî heya niha jinê paşguh dike û qebûl nake îro tê erkdarkirin. Divê bê cezakirin."
 
'Hevrîn Xelef ji bo edaletê xebat dikir'
 
Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Xalîde Ebdo di destpêka axaftina xwe de nepejirandina xwe ya li hember biryarek bi vî awayî anî ziman û wiha got:"Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi destê Hatim Ebû Şeqra hat şehîdxistin. Îro jî Hatim di Firqeya 86'an de erkdar dibe. Em jî bi tundî nerazîbûnên xwe li hember kujerên bi vî awayî tînin ziman. Pakrewan Hevrîn Xelef jinek sîyasetmedar ku ji bo pêkanîna adalet û wekheviya di Sûriyeyê de xebat dikir." 
 
'Bi vî awayî Sûriye demokratîk nabe'
 
Xalîde Ebdo da tekezkirin ku wê bi vî awayî demokratikbûna Sûriyeyê neyê misogerkirin û got:"Îro em kesayetên bi vî awayî û yên ku wan erkdar kirine şermezar dikin û napejirînin ji ber heya ku kujerên bi vê awayî cihê xwe di birêvebirina Sûriyeyê de bigrin wê demokratikbûna Sûriyeyê neyê misogerkirin." 
 
Hatim Ebû Şeqra kujerê şer e'
 
Xalîde Ebdo " Em Ebû Şeqra napejirînin û erkdarkirina wî ya li ser firqa 86'an şaş dibînin. Destê wî di xwîna vî gelî de heye, destê wî di xwîna jin û zarokên Sûriyeyê yên bê guneh de heye. Hatim Ebû Şeqra kujerê şer e ku gelek zirar gihandiye gel û destê wî di gelek kiryarên binpêkirina mafê mirovan de heye."
 
'Divê kujer bê dadgehkirin'
 
Di heman demê de Xalîde Ebdo daxwaz kir ku Ebû Şeqra were cezakirin û wiha got:"Ebû Şeqra kujer e, divê li ser sûcên wî bê sekinandin û hesab jê were pirsîn. Divê ji aliyê rêxistinên mirovî bê dadgehkirin. Divê xwîna pakrewan Hevrîn Xelef vala neçe û dad jê re were avakirin."
 
Dijbertiya tekoşîna jinê tê kirin
 
Xalîde Ebdo bi bîr xist ku heya niha Desthiledariya Şamê zihniyeta xwe di milê pejirandina jinê de nedaye guhertin û wiha got:"Hikumeta Şamê heya niha dijbertiya têkoşîna jinê dike. Her wiha di her warî de her hewla wan tê kirin ku jin di her cih û meydanan de bidin paşguhkirin. Ev hikumet naxwazin jin cihê xwe di birêvebirina dewletê de bigirin û nebûna jinan a di destura Sûriyeyê de vê rastiyê eşkere dike."
 
'Wê ji rêjîma Bass'ê xerabtir bibin'
 
Xalîde Ebdo got heger desthiledariya Şamê zihniyeta xwe nede guhertin wê ji rêjîma Bass'ê xirabtir lê were û wiha dewam kir:"Ji bo ku desthiledariya Şamê rast xebatê bide meşandin û bikeve xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyeyê divê di serî de zihniyeta paşverû ku ewqas sal e pê tevdigere bide guhertin. Heger nede guhertin em ê nikaribin qala Sûriyeke demokrat bikin û bê guman wê ji rêjîma Bass'ê xerabtir bibin. Divê jin di her warî de cihê xwe bigrin."
 
'Dixwazin gel li hem ber hev bidin sorkirin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Xalîde Ebdo bi nêrîna xwe xwest bide diyarkirin ku erkdarkirina Ebû Şeqra ya li ser deverên ku piraniya wan ji pêkhateya Ereb in wê derbeyê li projeya netewa demokratik bixe û wiha got:"Îro dema ku desthiladariya Şamê kujerên bi vî awayî li ser deverên ku piraniya wan pêkhateyên Ereb in didin tayinkirin mebesta wan ji vê yekê ew e ku gelan li ber hemberî hevdu bidin sorkirin. Her wiha armanc dikin ku derbeyek herî giran li projeya netewa demokratik a ku hemû netewan di nava xwe ve hembêz dikin, bixin."