
'Ji bo sererastkirina derbarê mafê hêviyê de 4 meh mane'
- 09:03 12 Gulan 2025
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Pêvajoya ku Komîteya Wezîren a Konseya Ewropayê ji bo mafê hêviyê da Tirkiyeyê di meha îlonê de tije dibe. Parêzer Rengîn Ergul got: “Tirkiye divê van biryaran pêk bîne. Ji ber vê jî divê der barê mafê hêviyê de guherînê bike. Ji bo pêvajoya pêş divê amadekariyên me hebin.”
Bandora banga di 27’ê Sibatê de ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye didome. Tevî bangê hîna desthilatdariyê gavek şênber navêtiye û bi taybet piştî hevdîtina bi Wezareta Dadê re pirsên wek wê pêvajoya biguhere pêvajoyek mayînde an na jî cihê xwe diparêze. Hevdîtina bi wezaretê re krîtîk bê dîtin jî hîna di sernavên rejîma înfaz, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û rakirina tecrîdê de tiştek nehatiye kirin.
Parêzer Rengîn Ergul der barê mijarê de axivî.
Heta îlona 2025’an dem
Rengîn Ergul da zanîn ku 4 meh maye ku dema ku komîteya wezîran daye Tirkiyeyê biqede û got ev biryar pêk neyê wê ‘prosedura binpêkirinê’ pêk bê. Rengîn Ergul wiha dirêjî dayê: “Komîteya Wezîran mafê hêviyê di îlona 2024’an de dîsa xist rojeva civîna xwe. Tespît kir ku pêşniyarên berê nehatine cih û bang li Tirkiyeyê kir ku qanûnê biguhere. Pêşniyar kir ku li pratîkên dewletên Ewropayê binêrin. Xwest ku plansaziyekê pêşkêş bike. Komîteyê da zanîn ku talîmat daye sekreterya xwe ger Tirkiye vê neke wê biryarê bidin.”
‘Bendewariya me heye’
Rengîn Ergul daxuyakirin ku komîteya wezîran di alî dîplomatîk de gavên cidî avêtiye û got: “Prosedura herî jor a komîteyê ya binpêkirinê ye. Dema biryar bi israr pêk neyê ev prosedur tê avakirin. Bêguman ev ne ceza, wek şansekek ku konser dide ye. Ji ber vê komîteyê di alî dîplomatîk de gavek cidî avêt. Heta îlona 2025’an dem da. Divê Tirkiye plansaziya xwe pêşkêşî komîteyê bike. Bendewarmiya me heye.”
Ji bo vê guherîna qanûnê şert e?
Rengîn Ergul wiha dirêjî dayê: “Di hemû biryarên binpêkirinê yên DMME’ê dane de raste rast qanûn ne sedem e, sedem ev e ku li gorî usulê pêk nayê. Di encama biryarên binpêkirinê yên DMME’ê dane de em nikarin bêjin divê xal an jî qanûn bên guhertin. Lê ji bo înfaza heta mirinê ji holê bê rakirin guherîn şert e. Tirkiyeyê berê ‘efûya serokamariyê’ wek hinceta çareseriyê pêşkêşî Komîteya Wezîran kir. Lê DMME hem di biryara der barê Abdullah Ocalan de hem jî di biryarên din de Pergala Efûyê ya Serokomariyê wek mekanîzmaya tehliyeya bi şert nabîne. Ji ber vê divê Tirkiye qedexeyên tahliyeya bi şert ya kategorîk ji qanûnê rabike.”
‘Divê têkoşîn bê dayîn’
Rengîn Ergul destnîşan kir ku Tirkiye di pêvajoya hatiye dayîn de guherînan neke wê bê cezakirin û wiha dirêjî dayê: “Ev têkoşînên siyasî divê hîn bêtir bên xurtkirin. Hem parlamenter û hem jî parlamenterên me yên Ewropayê divê van biryaran bişopînin. Wê demê wê li hember Tirkiyeyê pêkanîn jî bibin mijara gotinê. Biryarên DMME’ê yên 11 sal in pêk nayên hene. Biryarên ku 11 sal in pêk nayên divê êdî pêk bên. Divê xala 16’an a Qanûna Înfazê ya der barê girtiyên nexweş de teqez bê guhertin. Di rewşa nexweşiya giran de jî dibêjin em înfazên muebetên giran taloq nakin.”
‘Divê amadekariyên me hebin’
Rengîn Ergul di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em nizanin hikûmet amadekariya qanûnek çawa dike. Carnan di çapemeniyê de tê dîtin lê divê hikûmet vê bi partiyên siyasî yên din re bi rêxistinên civaka sivîl re parve bike. Lijneyên Şopandina Îdarî yên li girtîgehan ne merciyên çareseriyê ne. Divê amadekariyên civaka sivîl û partiyên siyasî di vê mijarê de hebin.”