Li dijî qetilkirina jinan meş:Em ê têkoşîna xwe bidomînin
- 19:08 9 Gulan 2025
- Rojane
AMED - Bi pêşengiya DAKAP’ê bi şîara ‘jin bêdeng neman û wê nemînin’ li dijî qtilkirina jinan daxuyanî dan û diyarkirin ku nikarin têkoşîna wan biçewisînin.
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) bi dirûşmeya ‘jin bêdeng neman û wê demînin’ li dijî qetilkirinên jinan, ji ber Şaredariya Bajar a Amedê heta Qada Deriyê Çiyê ya Sûrê meşiyan.
Piştî meşê daaxuyanî hat dayîn. Sekretera Şaxa Hejmar Yek a Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) Arzu Koç daxuyanî xwend.
Arzu Koç balkişand ser îlankirina ‘sala malbatê’ ya ji aliyê dewletê ve û got jinan bi vê hepsê nasnameyek yekparêziyê dike û got ev ne tercîheke mudaxaleyek polîtîke. Arzu Koç balkişand ser qetilkirinên jinan yên roj bi roj zêde dibin û wiha vegot: “Jin li he derê di hedefa tundiyê de ne. Desthilatdarî li şûna pêşî lê bigire, gumanbaran diparêze, malbatê pîroz dike. Jinan jî bêdeng dihêlin û dixwazin jin serî bitewînin. Desthilatdarî dixwaze li ser bedena jinê bibe xwedî maf. Lê em ê li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin. Têkoşîna me nikare bê çewisandin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan dawî bû.