
Di doza rojnameger Nurcan Yalçin de dê şahid bê guhdarîkirin
- 11:42 6 Gulan 2025
- Hiqûq
AMED - Di rûniştina doza rojnameger Nurçan Yalçin de, biryar hat dayîn ku rojnameger Kibriye Evren a ji ber pirsgirêkên tenduristiyê weke şahid nehat guhdarkirin, dîsa bê guhdarkirin.
3'yemîn rûniştina doza ku rojnameger Nurcan Yalçin bi îdiaya “Bi zanebûn û dildarî alîkariya rêxistinê kiriye” û “binpêkirina qanûna astengkirina fînansmana terorê” jê tê darizandin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Nurcan Yalçin tevli danişînê nebû, parêzerê wê Resûl Tamur amade bû. Komeleya Rojnamegeran Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) jî rûniştin şopandin kirin.
Di rûniştina dozê de Parêzer Resûl Tamur axivî û diyar kir ku rojnameger Kibriye Evren a di rûniştina berê de biryar hatibû dayîn wekî şahid bê guhdarkirin, ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê nikare tevli rûniştinê bibe. Resûl Tamur daxwaza rakirina tedbîra kontrola edlî ya Nurcan Yalçin jî kir.
Îmzeya ji bo tedbîrê hat rakirin
Heyeta dadgehê piştre biryara xwe eşkere kir û biryara rakirina îmzeya ji bo tedbîrê ya Nurcan Yalçin de, lê ji bo qedexeya derketina derve berdewam bike biryara kontrola edlî da.
Dadgehê biryara guhdarkirina rojnameger Kibriye Evren da û danişîn taloqî 7'ê Cotmehê kir.