
Ji biçûkên Peyasê piştgiriyeke mezin ji bo teserûfa avê
- 11:56 6 Gulan 2025
- Rojane
AMED - Xwendekarên biçûk ên li Kreş û Navendên Lênihêrîna Rojane yên li Zarokistan û Zarokistana Perperike yên girêdayî Şaredariya Peyasê perwerdehiya piralî dibînin, bi çalakiya "Werin! Niha tevlî me bibin, avê biparêzin û bibin qasidên avê", bal kişandin ser girîngiya avê.
Di çarçoveya lêkolîna perwerdehiya hişmendiyê de ku bi hevkariya Gerînendetiya Av û Binerdsaziyê ya Amedê (DİSKİ) hatiye kirin, ji zarokan re li ser bikaranîna rast û teserûfa avê hat vegotin. Piştî perwerdehiyê, sertîfîkayên bi sernavê "Qasidên Avê" dan xwendekarên perwedehiya piralî dixwînin. Di vê bernameya watedar de dike armanc ku di jiyana rojane de hişyariya zarokan li ser parastina avê bilind bike.
Bernameya ji aliyê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê ve hate lidarxistin, di dema dayîna sertîfîkayan de da diyar kirin ku di vî temenî de alîkariya zarokan bê kirin, nirxa avê wê hîn bibin û wiha domand: "Bi dayîna sertîfîkayên bi sernavê ‘Qasidên Avê’ ku xwendekarên me werdigirin, li ser bingeh û prensîba bibin mînakek ji bo kesên li derdora xwe û di parastina avê de roleke girîng bigirin ser xwe, em tev digerin."