Peyama çalakiyên 1'ê Sibatê: Rojava manîfestoya azadiyê ye
- 16:51 1 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1'ê Sibatê li gelek bajaran meş û daxuyanî hatin lidarxistin û û wiha gotin: "Meşaleya azadiyê ya ku li Rojava geş bûye, bi stratejiya ‘Rêya Sêyemîn’ a Rêber Abdullah Ocalan re dibe yek û dê nîşandana rêya jiyaneke azad û demokratîk ji bo gelên herêmê bidomîne."
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1'ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê li gelek bajaran meş û daxuyanî hatin lidarxistin.
Li navçeyên Gever û Şemzînan a Colemêrgê, Êlih, Dîlok, Antalya, Hatay, Bedlîs, Erzirom û Mûşê gel bi dirûşmeyên Di çalakiyên ku hatin lidarxistin de dirûşmên wek “Keziyên me tirsa we ye”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e yek e gelê Kurd yek e” û “Rojava rûmeta me ye” daketin qadan.
Daxuyaniya hevbeş bi sernavê “Bi ruhê yekitiya neteweyî ya demokratîk, em 1’ê Sibatê Roja Rojava ya Cîhanê silav dikin” hat dayîn û ev tişt hat gotin:
"Îro, em ne tenê roja ku çarenûsa erdnîgariyekê lê guherî; em pêvajoyekê ku tê de ‘Rêya Sêyemîn’ a bi vîna xwerêveberiya demokratîk a gelan di tariya Rojhilata Navîn de şîn bûye û ji bo hemû cîhanê bûye hêvî silav dikin.
Li dijî dorpêça netew-dewlet a modernîteya kapîtalîst, li Rojava ramana Rêber Abdullah Ocalan a felsefeya modernîteya demokratîk ku salan e kêlî bi kêlî tê honandin şênber bûye û bûye bersiv û alternarîfa herî bi hêz a li dijî hişmendiya dagirkeriyê. Vîna ku li Rojava derketiye holê; li dijî yekperestiyê pirengiyê, li dijî zextê jî peymana civakî ya nû ya ku hevjiyana azad û wekhev esas digire, temsîl dike.
Wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî aniye ziman: ‘Rojava ne tenê ya gelekî ye; manîfestoya azadiyê ya gelan, baweriyan û bi taybetî ya jinan e.’ Tovên ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de hatin çandin, îro bi ruhê piştevaniya gerdûnî ya 1’ê Sibatê re bûn yek û nîşan dan ku li dijî pergalên navendperest û desthilatdar, alternatîveke demokratîk pêkan e.
Ev şoreşa ku bi pêşengiya jinê pêş ketiye, ne tenê îfadeya hebûna gelekî ye ku dihat xwestin bê statû bê hiştin; di heman demê de pêvajoyeke ronahîbûnê ye ku xwe dispêre hêza cewherî û tê de paradîgmaya azadîxwaziya jinê civakî bûye. Ev ezmûna ku li Rojava şênber bûye, li dijî parçekirinê, girîngî û pêdiviya yekitiya neteweyî ya demokratîk jî bi awayekî herî zelal nîşan dide.
Lê belê îro, dewlet-netewe bi planên qirêj û tifaqên tarî, li dijî destkeftiyên Rojava pêvajoyeke nû ya komployê xistine meriyetê. Bêguman; ev pêvajoya ku bi destê çeteyên wekî DAIŞ û HTŞ’ê yên dijminê mirovahiyê tê meşandin, di kesayetiya Rojava de daxwaza azadî û demokrasiyê ya gelan û bi taybetî jî lêgerîna statûyê ya gelê Kurd dike hedef.
Ji ber vê yekê, parastina vîna li Rojava derketiye holê û parastina destkeftiyên wê, ne tenê peywîreke piştevaniyê ye; ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê berpirsiyariyeke dîrokî û civakî ye. Ev helwest, di heman demê de li erdnîgariyeke ku şer û qeyran lê tê kûrkirin, îfadeya biryardariya avakirina aştiyê û pêşerojeke demokratîk e.
Divê em ji bîr nekin ku; paşeroja gelê Kurd û gelên herêmê di wê yekê de ye ku civakên bi sînorên destçêkirî ji hev hatine qutkirin, bi ruhekî hevpar li ser bingeha hişmendiya “neteweya demokratik” werin ba hev. Ji bo vê yekê, yekitiya neteweyî ya demokratîk ne tenê armancek e, di heman demê de mecbûriyeteke dîrokî ye.
Em, bi ruhê yekîtiya neteweyî ya demokratîk, sînorên çêkirî yên ku siyaseta mêtingehkar ferz dike derbas dikin û vê berxwedana birûmet a ku vîna jiyana hevpar, azad û wekhev a gelan diparêze, silav dikin; em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku vê mîrasa gerdûnî biparêzin û mezin bikin.
Meşaleya azadiyê ya ku li Rojava geş bûye, bi stratejiya ‘Rêya Sêyemîn’ a Rêber Abdullah Ocalan re dibe yek û dê nîşandana riya jiyaneke azad û demokratîk ji bo gelên herêmê bidomîne.
Bi vê bawerî û biryardariyê, em 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê silav dikin.
Bijî Berxwedana Rojava!
Bijî Yekîtiya Netewî ya Demokratîk"







