Li Cizîrê ji bo meşa ‘Statuya Kurdî’ bang hat kirin
- 15:48 20 Sibat 2026
- Çand û Huner
ŞIRNEX - Dê sibe li navçeya Cizîrê bi daxwaza “Statu ji bo Kurdî, perwerdeya bi zimanê Kurdî” meş were lidarxistin. Ji bo tevlibûna meşê bang hate kirin.
Sibe dê bi pêşengtiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek û Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi dirûşma “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” meş were lidarxistin. Ji bo vexwendina meşê, li navçeyê belavok hatin belavkirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li pêşiya Komeleya Birca Belek hatin gel hev, daxuyanî da.
Rêveberê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil, di daxuyaniyê de got: “Weke saziyên ziman, em ê sibe ji bo daxwazên xwe yên ziman bînin ziman, meşê li dar bixin. Ji bo xwedîderketina li ziman, em banga tevlibûnê li gelê Botanê dikin. Dê têkoşîna me di her qadê de bidome.” Daxuyanî, bi dirûşma "Zimanê me rûmeta me ye" bi dawî bû. Piştre jî beşdar çûn serdana esnafan û vexwendin meşê.
Di dema serdanê de gelek caran dirûşmên “Zimanê Kurdî rûmeta me ye”, “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin. Beşdaran li gel stran û tililiyan banga tevlibûnê kir. Welatiyên derdorê jî bi nîşaneyên serkeftinê piştgirî dan. Welatiyan, got ku dê sibe tev li meşê bibin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî dê sibe tev li meşê bibe. Meş dê saet di 14.00’ê de li pêşiya Keleha Birca Belekê dest pê bike û heta pêşiya Medreseya Sor bidome.







