Zextên rejîma Îranê ya li dijî jinan dewam dike

  • 15:46 9 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Zext û binpêkirinên rejîma Îranê ya li Rojhilatê Kurdistanê bê navber dewam dike. Li Kirmanşanê jineke ciwan hate binçavkirin. Li aliyê din fikarên li ser çarenûsa 5 çalakvanên siyasî jî her diçe zêdetir dibe.
 
Saziya Mafê Mirvan a Kurdistanê têkildarî zext û binpêkirinên li ser çalavanên siyasî û jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê agahî da.
 
Li gorî saziyê hêzên rejîma Îranê avêtine ser mala Nîlûfer Heqî Bujanî temen 22 salî li Kirmanşanê. Hate diyarkirin ku bê biryara dadgehê hatiye binçavkirin.
 
Hate ragihandin ku sedemê binçavkirinê parvekirinên li ser tevnên civakî ye. Li aliyê din jî nayê zanîn ku Nîlûfer birine kûderê.
 
Li aliyê din fikarên li ser 5 çalakvanên siyasî yên bi navê Sara Reşîdî Keçalanlu, Zehra Pîrdehqan, Perwîn Rarûq Qizilbaş her diçe zêdetir dibe.
 
 Li gorî agahiyan ev kesane li bajarê Bane, Pawe, Urmiye û Kamyaran hatine binaçvkirin û ji bo îtilaatê hatine veguhestin û hemû têkiliyên bi malbatan re hatine qutkirin.