Şehzade Semerkandî ji bo Xelata Wêjeyê ya Brîtanyayê namzet hate nîşandan
- 18:33 30 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Helbestvan û nivîskara çîrokên kurt Şehzade Semerkandî ya Ozbekîstanî, ji bo xelata sala 2026’an a weşanxaneya Brîtanî Hertfordshire Press, di nava namzetên kategoriya "Baştirîn Nivîskara Jin a Nifşekê" de cih girt.
Hertfordshire Press, ragihand ku xelata îsal wekî beşek ji xebatên navneteweyî yên 25 salî yên koma navneteweyî ya Silk Road Medîa tê organîzekirin. Ev xelat, ji nivîskar, berhem û ramanên ku di nava nifşekê de tevkarî ji şêwebûna mîrateya wêjeyî û rewşenbîrî ya vê avabûnê kirine re tê dayîn. Tê plankirin ku merasîma xelatdayînê di Kanûna 2026’an de li Brîtanyayê pêk were.
Şehzade Semerkandî, beriya niha jî ji aliyê rêxistina wêjeyî Open Eurasîa ve hêjayî xelata "Baştirîn Nivîskara Jin a Salê" hatibû dîtin. Romana wê ya ewil a binavê “Stockholm Syndrome” ji bo bo zimanê Îngilîzî hatibû wergerandin û bi beşdariya nivîskar li Stockholmê hatibû danasîn.
Şehzade Semerkandî, endama rêxistina navneteweyî ya nivîskaran PEN’ê ye û nêzî 20 sal in li Hollandayê dijî. Pirtûka wê ya herî dawî ya binavê “Jina ku bi heykeran re dimeşe’ îsal li Hollanda û Îranê hate weşandin. Tê payîn ku pirtûk di meha Mijdarê de li bajarên Utrecht û Rotterdamê bê danasîn.
Hertfordshire Press, ev xelat ji sala 2019’an vir ve dide nivîskarên xwe. Di pêvajoya nirxandinê de ji bilî jêhatibûna wêjeyî, xweserî, têkiliya berhemê ya bi mijarên rojane re û bandora wê ya çandî jî li ber çavan tên girtin.







