Li gel ku bahsa aştiyê tê kirin li girtîgehan binpêkirin didomin!

  • 09:06 10 Tebax 2026
  • Rojane
AMED - Hevseroka Şaxa OHD'ê ya Amedê Zeynep Karayilan, derbarê rapora li ser binpêkirinên mafan li 112 girtîgehan nirxandinek kir û bal kişand ser berdewamiya binpêkirinên piralî; ji mafê gihîştina xizmetên tenduristiyê ji bo girtiyên nexweş bigire heta pirsgirêkên taybet ên girtiyên jin. Zeynep Karayılan diyar kir ku divê pêvajoya aştiyê û demokratîkbûnê di nava pergala girtîgehan de jî xwe nîşan bide.
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê yên Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (MED TUHAD-FED), vê dawiyê raporek bi sernavê "Binpêkirinên Mafan li Girtîgehên Tirkiyeyê: Çile–Hezîrana 2026an" weşandin; ev rapor li ser bingeha serdanên ku li 112 girtîgehên li seranserê Tirkiyeyê hatine kirin, hatiye amadekirin.
 
Di nirxandina xwe ya li ser raporê de, Hevseroka Şaxa OHD'êy ya Amedê Zeynep Karayılan destnîşan kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk negihîştiye girtîgehan û sepanên tecrîdê zêdetir bûne. "Bikaranîna mafan li girtîgehan êdî bûye rewşeke îstîsnayî."
 
Zeynep Karayilan diyar kir ku gelek mafên bingehîn bi taybetî mafên tenduristî, ragihandin û gihîştina weşanan— li girtîgehan bi awayekî sîstematîk tên sînordarkirin û got: "Dema em bi salên borî re didin ber hev, em di cewherê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de ti guhertineke girîng nabînin. Astengkirina gihîştina xizmetên tenduristiyê di nav wan binpêkirinan de ye ku em di serdanên xwe yên girtîgehan de herî zêde pê re rûbirû dimînin. Derengxistina veguhestina girtiyên nexweş bo nexweşxaneyan bi mehan; paşxistina berdanê ji ber biryarên keyfî yên Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê; sînordarkirina ragihandin û gihîştina weşanan; astengiyên li pêşiya weşanên bi zimanê Kurdî; bikaranîna cezayên dîsîplînê wekî amûreke zextê; û sepanên ku rûmeta mirovan binpê dikin, wekî lêgerîna tazî û lêgerîna dev, di nav binpêkirinên mafan ên herî berbelav de ne. Di vê qonaxê de, bikaranîna mafên herî bingehîn ên girtiyan bûye rewşeke îstîsnayî, lê sînordarkirina mafan bi pratîkî bûye rêgez."
 
‘Mafê tenduristiyê û mafê jiyanê bi hevdemî tên binpêkirin’
 
Zeynep Karayilan diyar kir ku mafê jiyanê yê girtiyên nexweş jî tê binpêkirin yên ku bi mehan li benda veguhastina nexweşxaneyê ne, nikarin bigihîjin dermankirinê û got: “Pirsgirêkên herî lezgîn, neanîna cî bi cî ya teşhîs û dermankirina biwext a ji bo girtiyên nexweş û paşnexistina cezayên kesên ku bi giranî nexweş in. Îro li gelek girtîgehan, girtî bi mehan li benda veguhastina nexweşxaneyê dimînin; kesên xwedî nexweşiyên kronîk nikarin bigihîjin dermanên xwe yên asayî û dermankirina diranan dikare bi salan were paşxistin. Hin girtî bi salan nikarin sûdê ji xizmetguzariyên tenduristiyê werbigirin, ji ber ku ew red dikin ku dema destên wan bi kelemçe ne bên muayenekirin an jî red dikin ku di dema veguhastina nexweşxaneyê de destûrê bidin lêgerîna devê wan. Ev kiryar ne tenê mafê tenduristiyê, lê rasterast mafê jiyanê jî binpê dikin. Lewma, divê hem Wezareta Dadê û hem jî Wezareta Tenduristiyê çareseriyên mayinde û li ser bingeha mafan pêş bixin. Divê hemû astengiyên ku rê li ber gihîştina girtiyên nexweş bo dermankirinê digirin, tavilê bên rakirin û daxwazên paşnexistina cezayên girtiyên bi giranî nexweş bên qebûlkirin, da ku serbestberdana wan bêyî derengxistinê were misogerkirin. Herwiha, divê dawî li rola diyarker a Lijneya Tipa Edlî wekî desthilata yekane di pêvajoyên paşnexistina cezayan de were anîn; li şûna wê, divê raporên lijneyên bijîşkî yên zanistî, serbixwe û bêalî bibin bingeha biryaran.” 
 
‘Biryarên keyfî rê li ber serbestberdanê digirin’
 
Zeynep Karayilan diyar kir ku sîstema heyî mafê azadiyê yê girtiyan binpê dike û got: “Em şahidê wê yekê ne ku Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê  yên ku bi çavdêriya pêvajoya serbestberdana bi şert û merc hatine erkdarkirin çawa dikarin biryarên keyfî bidin. Serbestberdan dikare bi hincetên daxwaza nîşandana poşmaniyê, sepandina cezayên dîsîplînê, an jî hincetên wekî nexwendina têra xwe pirtûkan ji pirtûkxaneyê an şandina nameyên ne 'guncaw' were paşxistin.”
 
'Tecrîda li Îmraliyê ji bo pêvajoya aştiyê astengiyek e'
 
Zeynep Karayilan, bi bal kişandina ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ne tenê binpêkirina mafên takekesî ye, lê her wiha ji bo demokratîkbûnê jî astengiyeke girîng e. Zeynep Karayilan got: "Tevî ku 12 sal di ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ( DMME) ya derbarê 'mafê hêviyê' yê Birêz Abdullah Ocalan re derbas bûne jî, ew biryar hîn nehatiye bicihanîn. Ev binpêkirin ne tenê ji bo Birêz Ocalan, lê ji bo bi hezaran kesên din ên ku cezayê girtîgehê yê muebetA girankirî li wan hatiye birîn jî berdewam dike. Ev rewş nîşan dide ku rejîma înfazê ya Tirkiyeyê bi dozname û prensîbên hiqûqî yên gerdûnî yên DMME'yê re li hev nayê. Mafê hêviyê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku berdewam dike, xwedî girîngiyeke diyarker e. Rewşa heyî ya Birêz Ocalan ku nêzîkî 27 salan e di bin şert û mercên tecrîdeke giran de tê ragirtiN hem bi biryarên DMME'yê û hem jî bi pêvajoya çareseriya demokratîk re li hev nayê. Domandina rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê ne tenê binpêkirina mafên takekesî ye; her wiha ji bo demokratîkbûn û pêvajoya aştiyê jî astengiyeke cidî ye. Lewma, em bawer dikin ku divê pergala tecrîdê ya Îmraliyê were rakirin û şert û mercên wiha werin afirandin ku rê bidin Birêz Ocalan beşdarî xebatên aştiyê bibe."
 
'Li girtîgehên jinan binpêkirinên ji ber zayendê dewam dikin'
 
Zeynep Karayilan destnîşan kir ku girtiyên jin du li gelek waran de ji gihîştina kelûpelên paqijiyê bigire heta xizmetên tenduristiyê rastî cudakariyê tên û  got: "Di girtîgehên jinan de, ji bilî binpêkirinên giştî yên mafan, em rastî pirsgirêkên taybet ên ji ber zayendê jî tên. Gihîştina kêm a  kelûpelên paqijiyê, astengiyên di xizmetên tenduristiya jinan de, parastina ne têr a taybetmendiya kesane û paşguhkirina pêdiviyên taybet ên jinan, di nav pirsgirêkên herî zêde tên tespîtkirin de ne. Mînakên berbiçav ên vê yekê ev in ku di hin girtîgehan de dabînkirina kêm a kelûpelên bingehîn ên paqijiyê (wek pedên hîjyenîk) an jî sînordarkirina wan bi tenê marqeyekê û her wiha zehmetiyên di gihîştina xizmetên tenduristiyê de. Ev kiryar prensîba wekheviyê binpê dikin. Pêdiviyên girtiyên jin ne "daxwazên taybet" in, lê mafên bingehîn ên mirovan in."
 
'Pêvajoya aştiyê divê bandorê li girtîgehan jî bike'
 
Zeynep Karayilan diyar kir ku di navbera gotinên siyasî û pratîkên girtîgehan de nakokiyeke cidî heye û got, "Çavdêriyên me yên li ser erdê di navbera gotinên siyasî û pratîkên rastîn ên di girtîgehan de nakokiyeke girîng nîşan didin. Me heta şahidî kiriye ku rêveberiyên girtîgehan ji girtiyan re dibêjin ku 'pêvajo li derve pêk tê, lê li hundir derbas nabe.' Her çend Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji salekê zêdetir berdewam bike jî  derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de tu pêşketineke girîng a erênî çênebûye. Lêbelê, girtîgeh di nav deverên ku nêzîkatiya dewletê ya ji bo mafên mirovan herî zêde xuya dike de ne. Ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde û demokratîkbûnê, divê reformên li ser bingeha mafên mirovan li seranserê hemû saziyên giştî  û bi taybetî li girtîgehan werin bicihanîn û divê dewlet bi dawîanîna hemû binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan, bi taybetî jî girtina bi tenê, erkên xwe yên qanûnî bi cîh bîne."