Dîroka doza Komkujiya Duyemîn a Parîsê diyar bû

  • 12:28 9 Tebax 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bersûcê Komkujiya Duyemîn a Parîsê William Malet bi sûcdariya “Ji ber kok, nasnameya etnîk yan jî olê cînayet û teşebûsa cînayetê” dê navbera 23’yê Sibat-8’ê Adara 2027’an li Dadgeha Cezayê Giran a Parîsê were darizandin.
 
Makînîstê teqawid bûyî William Malet di 23’yê Kanûna 2022’yan de li ber Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya ya li herêma 10’emîn a Parîsê êrişa çekdarî pêk anî û di encamê de yek ji nûnerên tevgera jinên Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara), muzîkjen Mîr Perwer û endamê komeleyê Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin û 3 kes jî birîndar bûn.
 
Piştî êrîşê, Malet hate binçavkirin. Malet di dema lêpirsînê de behsa “nefreta xwe ya patolojik” a li hemberî biyaniyan, kiribû.
 
Salek beriya êrişê, di Kanûna 2021’an de Malet bi şûr êriş biribû ser kampeke koçberan a li Parîsê. Ji ber vê bûyerê Malet nêzî salekê hatibû girtin û di 12’yê Kanûna 2022’yan de hatibû berdan. Piştî 11 rojan, êrişî navenda çandê ya Kurd kir.
 
Di çarçoveya lêpirsînê de nirxandinên psîkîyatrîk derbarê wî hatin kirin. Di nirxandinan de nexweşiyeke ruhî ya cidî nehate tespîtkirin.
 
Di 22’yê Tîrmeha 2025’an ji aliyê sê dozgeran ve îdîaname hate amadekirin. Di îdîanameyê de hatibû nirxandin ku 3 kes ji ber nîjadê hatine kuştin û hat diyarkirin ku ji bo Malet ji sûcên teşebûsa cînayetê were darizandin, îspata têrker heye. Lê belê ji ber ku bûyer di çarçoveya sûcê terorê de nehate nirxandin, Kurdan û gelek derdorên siyasî nerazîbûn nîşan dan.