Jiyaneke tijî hesret û têkoşîn: Xanê Karasu

  • 09:07 8 Tebax 2026
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Xanê Karasu ku di tevahiya jiyana xwe ya 94 salan de di nav xizanî, koçberî, hesreta zarokên xwe û têkoşînê de jiya. Jiyana hevbeş a li welatê xwe qet ji bîr nekir. Keça wê, Sultan Karasu, got: "Ew nirxek bû, ew her tim li hevgirtin û parvekirinê digeriya."
 
Xanê Karasu ya ku di temenê xwe yê 90 salî de nebû tenê şahidek, di heman demê de bû têkoşereke pêşeng a li hemberî zilm, înkar û asîmîlasyonê. Xanê Karasu, heta nefesa xwe ya dawî mînakeke mezin a berxwedanê nîşan da. 
 
Xanê Karasu li gundê Gurun a Sêwazê yek ji 7 zarokên malbatekê ya herî mezin hat dinê. 13 salî hat zewicandin û barê giran yê jiyanê hilgirt. Piştî zewacê diçe gundê Karapinar. 3 keç û kurek tîne dinê. Ji ber pisgirêkên aborî ewil diçin Sêwasê piştre bar dikin berê xwe didin Elmanyayê. 
 
Têkoşînek mezin da
 
Xanê Karasu ku yek ji nûnera cîrantiya raste, ji Elmanyayê vedigere gundê xwe. Xanê Karasu bi rûkenî, mîvanperwerî, alîkarî, welatparêzî û dildariya xwe tê nasîn û ji aliyê her kesî ve tê hezkirin. Piştî kurê wê Mustafa Karasu tê girtin, pêvajoya wê ya girtîgehê dest pê dike. Di rêyên girtîgehê de bi salan diçe tê û li ber girtîgehan li ber xwe dide. Ji çalakiyên li ber wezareta edaletê heta girtîgeha Amedê bê navber têdikoşe. Kurê wê Mustafa Karasu piştre tevli têkoşîna azadiya Kurd dibe. Xanê Karasu ku tu carê kurê xwe ji bîr nake û tevî hemû zextan tawîz nade, di rojên nexweşiya wê ya herî giran de jî kî tê ber derî dibêje ‘birayê we şandiye?’”
 
Li ser axa xwe hat definkirin
 
Xanê Karasu di 2016’an de hevjînê xwe winda dike, berê xwe dide Stenbolê û ji wir jî berê xwe dide Çanakkaleyê. Xanê Karasu bar dike diçe cem keça xwe. Her ku diçe pirsgirêkên tenduristiya wê giran dibe. Wesiyeta wê axa wê bû. Keçên wê wezîyeta wê anî cih. Di 31’ê Tîrmehê de li Çanakkaleyê li nexweşxaneyê di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da û 4’ê Tebaxê de li gundê wê hat definkirin.
 
Keça wê Sultan Karasu der barê dayika xwe de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
Sultan Karasu di axaftina xwe de bal kişand ser jiyana dayika xwe û wiha bi lêv kir: "Dayika min di nav zor û zehmetiyan de mezin bûye. Dayika min digot ‘katek nivîn û valîzek me hebû. Em çû Sêwasê tiştekî me tunebû.’ Ez û birayê xwe li Sêwasê hatin dinê. Xwişka min ya mezin li gund hat dinê. Xwişka min a biçûk jî li Almanyayê hat dinê. Ez 5 salî bûm em çûn Elmanyayê. Bavê min beriya me çûbi. Piştre jî em çûn. Dayika min di karên paqijiyê de xebitî. Em 9 salan li wir man û vegeriyan. Sedema vegera me dibistana birayê min bû. Ji ber vê em hatin. Em li Stenbolê bi cih bûn. Xaniyê me li wir hebû. Birayê min piştî salekê hat girtin. Piştî wê jiyana me zehmet bû. Dikana me hebû. Dê û bavê min ji bo hevdîtinê diçûn Amedê.”
 
Hesreta axê
 
Sultan Karasu got bavê wê di 2016’an de jiyana xwe ji dest daye û dayika wê tu carê hînê metropolan nebûye, bêriya axa gundê xwe kiriye. Sultan Karasu wiha anî ziman: “Dayika min piştî ji axa xwe dûr ket pir xemgîn bû. Her tim bi cîranên xwe re bû, piştevaniya jinan dikir. Demên dawî de ez, xwişk û dayika xwe ligel hev bûn. Dayika me kedek mezin ji bo me da."
 
 
Her xwedî li dozê derdiketin
 
Sultan Karasu der barê rojên dawî ya dayika xwe û wesiyeta wê de axivî û got: “Tevî dayika min hişê xwe winda kiribû, her sibeh û êvarê behsa gundê xwe Karapinar dikir. Pir bêriya birayê min kiribû. Demên dawî de kê li derî bixista ji marketê tiştek bihata, digot ‘birayê te şandiye?’ Digot ‘wisa nekin wê birayê we bixeyide’. Ew hesret û bêrîkirin her tim hebû. Di dilê wê de ma. Bavê me jî wisa bû. Dê û bavê min her tim piştevaniya birayê min kirin. Xwedî li doza wî derketin. Ji ber ew nirxên me bûn.”