Keça Taybet Înan: Tevî êşê em dibêjin aştî

  • 09:05 8 Tebax 2026
  • Rojane
 
 
ŞIRNEX - Malbata Taybet Înan ya ku di sala 2015’an de li Sîlopiyê hat qetilkirin û cenazeya wê 7 rojan li kolanê ma, banga aştiyê dubare kir. Keça wê Halîme Akin wiha got: “Êşên me kişandine bila neyên jibîrkirin, lê bila ji vir şûnde ji bo her kesî aştî bê.”
 
Di çarçoveya pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin de pêşniyar qanûna “Qanûna li ser Xurtkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Mîllî” di 5’ê Tebaxê de pêşkêşî serokatiya meclîsê hat kirin. Piştî ku qanûn hat meclîsê şûnde gelek kesî der barê qanûnê de nirxandin kir.
 
Di dîroka Kurdistanê de bîrek
 
Gelê Kurd bi salan e li dijî şer û komkujiyan têkoşîna xwe dimeşînin û yek ji esasa herî girîng a têkoşînê daxwaza aştiyê bû. Yek ji sembolên vê têkoşînê malbata Taybet Înan (Dayika Taybet) e. Taybet Înan di 2015’an de li navçeya Sîlopiya Şirnexê di dema qedexeyên derketina derve de di 14’ê Kanûnê de hat qetilkirin û 7 rojan cenazeya wê li kolanê da. Taybet Înan yek ji sembolên ku di bîra dîroka Kurdistanê de cih girtiye. Malbata Taybet Înan tevî hemû êşên dijîn israra di aştiyê de didomînin.
 
‘Ji vir şûnde ev jiyana xwe bidomînin’
 
Halîme Akin diyar kir ku ev pêvajo girîng û dîrokiye û wiha berdewam kir: “Dayika min sê metreyan dûrê me bû. Me nikaribû cenazeya wê bigirta. Destûr neda. Yên xwestin biçin bigirin gule lê direşandin. Bi salane em têkoşîna hiqûqî didin lê hîna encamek nehatiye girtin. Em dixwazin gumanbar bên darizandin. Em wek malbateke ku êş kişandiye dixwazin aştî bê. Yên çûn ji xwe çû. Bila êdî ev xwîn raweste. Em aştiyê dixwazin. Dayika me qetil bû bila ev rastî neyê jibîrkirin, tevî êşê em dibêjin aştî.”