Rastî li nexweşxaneyê derket holê

  • 09:06 3 Tîrmeh 2026
  • Rojane
ÊLIH - Aktîvîsta TJA’yê Nurten Uzumcu der barê îdiaya destdirêjiya li hember zaroka 14 salî de axivî û got ev ne îstîsmareke şexsiye, pirgirêkek civakiye û got: “Ji ser jin û zarokan nirxên civakê hedef tên girtin. Divê têkoşînek xurt a civakî hebe, doz bi bandor bê şopandin û civaka demokratîk bê avakirin.”
 
Li navçeyeke Êlihê hat îdia kirin ku zarokek ji aliyê kesên malbatê ve destdirêjî lê hatiye kirin. Hate diyarkirin ku zarok astengdare, dema li fabrîqeyê dixebitî nerehet bûye û birine nexweşxaneyê. Li gorî agahiyan di meha Gulanê de di encama tahlîlan de derketiye holê ku zarok 7 mehî ducaniye. Zarok ji aliyê rayedaran ve hat girtin û li navenda Parastina Zarokan hat bicihkirin.
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Nurten Uzumcu der barê mijarê de axivî.
 
Nurten Uzumcu da zanîn ku ev tiştên tên jiyîn ne munferîtin û got: “Ji ser jin û zarokan nirxên civakê hedef tên girtin. Îro şerê taybet ne tenê bi rêbazên leşkerî, bi giştî  ji ser nirxên civakê tê meşandin. Dixwazin ji ser jin û zarokan nirxên polîtîk ahlaqî yên civakê têk bibin. Beriya vê wek tê zanîn tiştên li Navenda Rehabîlîstasyona Taybet Şifayê derketin holê. Piştî vê agahiya destdirêjiya li hember zarokê gihişt me. Zaroka 14 salî ji aliyê birayê wê ve tê îstîsmarkirin. Di lêkolînên me kirin de agahiyên ku zarok gelek caran rastî destdirêjiyê hatiye, hatin bidesxistin.”
 
‘Rastî li nexweşxaneyê derketin holê’
 
Nurten Uzumcu wiha anî ziman: “Zarok nerehet dibe û dibin nexweşxaneyê. Di tahlîlan de derdikeve holê ku ducaniye. Em dikarin bêjin ku zarokê ji derdora xwe re gotiye ku birayê wê,  wê nerehet dike, ji kesên malbatê re parve dike. Ji cîranan re jî vedibêje. Ji dayika xwe re dibêje lê dayik vê cidî nagire. Her diçe zarok nerehet dibe û dibin nexweşxaneyê. Li wir hîn dibin ku zarok ducaniye. Rayedarên nexweşxaneyê agahiyê didin merciyên têkildar. Zarokê li wir digirin bin parastinê. Dê, bav û bira tên binçavkirin û niha girtîne.”
 
‘Dewlet serê bûyerê digire’
 
Nurten Uzumcu diyar kir ku divê civak li dijî bûyerên wisa bertekên xurt pêş bixînin û wiha got: “Beriya vê jî bûyerek wisa hebû. Ji bo hişmendiyê me xebat meşandin. Di encama vê de gumanbar hatin girtin. Lê em dibêjin îstîsmar hatiye nokteyeke ku nayê qebûlkirinê. Îro li bajarên Kurdistanê ev tên jiyîn. Ev êdî veguheriye pirsgirêka civakî. Zarokek 14 salî rastî destdirêjiyê tê, li şûna divê qiyamet biqede. Lê em dibînin ku hewl tê dayîn ser bûyerê bê girtin, bi rayagiştî re neyê parvekirin. Mixabin bêdengiyên li dijî êrîşên li ser zarokan îstîsmarê jî mezin dikin.”
 
‘Em ê  teşhîr bikin’
 
Nurten Uzumcu bi lêv kir ku kuştina jinan û îstîsmarkirina zarokan  ji pergalê serbixwe nîne û  got: “Ji ber perga îro di nav malbatê de û li ser civakê xwe rêxistin dike. Em vê baş dibînin. Ev tiştên îro tên jiyîn encama vê ne. Li dijî vê avakirina civaka demokratîk çiqas girîng e em dibînin. Li ser vê dosyayê biryara veşartinê hebe jî em ê ji nêz ve bişopînin.  Em ê şopdarê vê bûyera bi xof bin. Tiştên tên jiyîn em ê teşhîr bikin.”