Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • 11:34 28 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 174'emîn a Kovara Jinê bi sernavê "Ji Jiyana Herêmî Ber bi Jiyana Azad ve: Nexşerêya Serdema Nû ya Jinan" hate weşandin.
 
Hejmara 174'emîn a Kovara Jinê bi sernavê "Ji Jiyana Herêmî Ber bi Jiyana Azad ve: Nexşerêya Serdema Nû ya Jinan" hate weşandin. Di vê hejmarê de, kovar li ser nexşerêya nû ya têkoşîna rizgariya jinan, bi giranî li ser nîqaşên ku ji hêla Konferansa Jinan a li ser Hikûmetên Herêmî ve hatine eşkerekirin, disekine. Di vê hejmarê de jin têkoşîna jinan ji bo hebûna di rêveberiyên herêmî de, ezmûna hevserokatiyê, fikra bajarên jinan, jiyana komunal, civakîbûna lênêrînê, perspektîfa civakek demokratîk û ji nû ve avakirina aştiya civakî dinirxîne.
 
Mijarên sereke yên ku di kovarê de cih girtine ev in:
 
"*Konferansa Jinan û Nexşerêya Serdema Nû  / Eda Bazencir
 
*Ji Bajêr Wêde, Ber bi Kûrahiya Zihnî ve: Bi Aqil, Heqîqet û Hestê Jinê Jiyaneke Nû / Gunay Yakut
 
*Têkoşîna Jinan Hebûnê ya di Şaredartiyê de / Halima Bayram
 
*Li Dijî Nebaşiya Sîstematîk a Kesayeta Modernîteya Kapîtalîst Başiya Civakî ya Rêxistinkirî ya Kesayeta Modernîteya Demokratîk  / Seyran Şik Karabulut
 
*Bi Fîkriyata Jinan Honandina Ji Nû De ya Rêveberiyên Hêrêmî / Devrim Demir
 
*Ji bo Aştiya Civakî Li dijî Jirêzbûna Nebaşiyê Avakirina Têkiliya Ji Nû De / Fatime Uzul Levent