Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e
- 14:43 27 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên ÎHD û Xizmên Windayan li Amed, Êlihê, Colemêrg û Îzmîrê bi daxwaza "Winda bên dîtin û faîl werin darizandin" daxuyanî dan. Di çalakiyan de hat gotin ku parastina kujeran hevkariya sûc e û daxwaza edaletê kirin.
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan li Amed, Êlihê, Îzmîr û Colemêrg bi daxwaza "Winda bên dîtin û faîl werin darizandin" daxuyanî dan. Gelek rêveber û hevserokên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û parastvanên mafên mirovan tev li çalakiyan bûn.
Amed
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe di hefteya 907emîn de berdewam kirin. Xizmên Windayan li pêşberî Bîrdariya Mafên Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê çalakiya xwe lidar xistin û tev li xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHDa Amedê, endam û rêveberên Egitim-Senê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û yê Ramazan Yuce hatin hildan û dovizên ‘Devlet; arşîvan veke, windayan peyda bike, kujeran bidarizîne’, ‘Parastina kujeran, hevpariya sûc e’, ‘Kujer diyarin, Winda li ku ne?’, ‘Em Edaletê dixwazin’ hatin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de hat xwestin ku kujerên Ramazan Yuce yê ku di 29'ê Hezîrana 1992'yan de hatibû qetilkirin, werin dîtin û darizandin.
Di çalakiyê de Sekreterê ÎHD'a Amedê Firat Akdenîz û Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 2'yan a Amedê Serhat Kiliç axivî. Serhat Kiliç bal kişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk ku ev zêdetirîn salek û nîv e ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û didome. Serhat Kiliç anî ziman ku di salên 90'î de li Egîtîm-Senê têkoşînek hebû, wexta telefonê sendîkayê dihat tirs diket dilê wan û ev tişt anî ziman: “Wê wextê dizanîn ku xeberek nexweş tê û her roj hevalek, rêveberik rastî êrîşê dihat. Ramazan Yuce jî bi wî awayî rastî êrîşê hat, jiyana xwe ji dest da û êrîş li ser malbata wî jî berdewam kir. Di salên 90'î de zêdeyî 30 şehîdên Egîtîm-Senê çêbûn; em di saziyê de wêneyên wan pêşwazî dikin, bin wêneyên wan civînan çêdikin, ew ji bo me pîvan in û em ê her li şopa wan bin, wan ji bîr nekin. Em dizanin ew faîl diyar in, dibêjin ‘fail meçhul e’ lê faîl xuya ne; wek heval Ferhat got, heta aqûbeta wendahiyan diyar nebe û kujer neyên darizandin efûkirin çênabe çunkî malbat zelalî dixwazin, lewma em ê tu carî van êrîş û şehadetan ji bîr nekin.”
Piştre endama Komîsyona Windayan Berfîn Elçî jî çîroka windabûna Ramazan Yuce xwend. Berfîn Elçî jî diyar kir ku Ramazan Yuce yê ku li navçeya Farqînê ya Amedê rûdinişt, di kadroya karkerên alîkar a Dibistana Herêmî ya Şevbuhêrî ya Farqînê de wezîfedar bû, zewicî û bavê 7 zarokan bû; di 29ê Hezîrana 1992an de li navenda Amedê di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Ramazan Yuce, piştî derbeya leşkerî ya 1980an hatibû binçavkirin û piştî pêvajoyên giran ên îşkenceyê hatibû berdan. Di salên dûre de jî Ramazan Yuce û malbata wî ku gelek caran bêyî hincet hatibûn binçavkirin û berdan, di bin zextên berdewam de hatin girtin. Bi taybetî di navbera salên 1991-1997an de, di heyama ku li navçeya Farqînê kuştinên kiryarnehatî dîtin yên ji aliyê rêxistina Hîzbullahê ve li dijî gelê sivîl dihatin kirin zêde bibûn, malbata Ramazan Yuce rasterast hate hedefgirtin. Di vê pêvajoyê de keça mezin a Ramazan Yuce jî di encama êrîşeke çekdarî de bi giranî birîndar bû û filitî; zext û gefên li ser malbatê bi awayekî sîstematîk berdewam kirin.”
Berfîn Elçî anî ziman ku di 29'ê Hezîrana 1992'an de Ramazan Yuce, ji bo ku ji derve ve beşdarî azmûnên qedandina lîseyê bibe, çûbû navenda bajarê Amedê û ev tişt gotin: “Piştî azmûnê, dema ku diçû Farqînê, li Kolana Lalebegê ya li herêma Sûrê, ji aliyê kes an kesên nasnameya wan ne diyar ve ji paş ve hat gulebarankirin. Ramazan Yuce, ji ber birînên guleyan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ramazan Yuce ku anîn navenda navçeya Farqînê û spartin axê; di dema sersaxiya wî de ku girseyeke mezin kom bibû, ji aliyê şebekeyên deryasayî yên wê demê ve êrîşeke çekdarî li ser girseyê hate kirin. Di pêvajoya 34 salan a ku ji dîroka bûyerê 29ê Hezîrana 1992an û vir ve derbas bûye de, kujer nehatine tespîtkirin û ji lêpirsînên hiqûqî tu encam nehatiye girtin. Dosyaya lêpirsînê hîn jî di statuya ‘kiryarnehatî’ de ye û parêzvanên mafan û malbat, daxwaza xwe ya edaletê ya ji bo derxistina berpirsiyaran a pêşberî dadgehê berdewam dike.”
Çalakî bi deqeyeke çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Êlih
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 743'yemîn de çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin" li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li aqûbeta Reşît Tokçû yê ku di 29'ê Hezîrana 1999'an de li Deşta Mêrgazer a navçeya Geverê ya Colemêrgê ku di operasyoneke leşkerî de birîndar bibû û ji zinaran hatibû avêtin û jiyana xwe ji dest dabû, pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD'ê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine kuştin û windakirin hildan. Rêveberê ÎHDê Metîn Nas çîroka Reşîk Tokçû xwend.
Çalakiya xizmên windayan bi deqeyeke çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Colemêrg
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û xizmên windayan çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xistin. Di hefteya 232'an de li aqûbeta Ramazan Yuce yê di sala 1992'an de li Amedê di êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest daye, pirsîn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ hat vekirin û wêneyên ku di bin çavan de hatine windakirin, hatin hilgirtin.
Piştî xwendina çîroka windakirina Ramazan Yuce daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.
Îzmîr
Komîsyona Windayan a Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), çalakiya xwe ya rûniştinê ya ku du heftiyan carekê ji bo windayên di bin çavan de li ber Sumerbanka Kevn a Konakê li dar dixe, berdewam kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Windayî diyar in, kujer li kur in?” hat vekirin.
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mustafa Saygî ya di 3yê Hezîrana 1994an de li gundê Şîxîz e Pirsûsa Rihayê hat windakirin û aqûbeta Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên di 7'ê Hezîrana 1995'an de li navenda Amedê hatin windakirin, pirsîn.
Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.







