Bi hevdîtinên Peyasê re li gundan şahî

  • 09:38 26 Hezîran 2026
  • Rojane
AMED - Rezeçalakiyên “1mîn Hevdîtinên Peyasê” ya ku ji aliyên gerînendetiyên Şaredariya Peyasê ve li tax û gundên girêdayî navçeyê li dar dixe, vê carê bi mazûbaniya gundê Sultantepeyê pêk hat. Di hevdîtinê de ji bo zarokan lîstik û çalakîyên cihêreng, ji bo jinan kargeh û kontrolên tenduristiyê yên giştî û ji bo kal û pîr û astengdaran jî xizmetên lênihêrîna kesane hatin pêşkêşkirin.
 
Hevdîtinên ji aliyê şeş Gerînendeyên Şaredariyê ve bi dirûşma “1mîn Hevdîtinên Peyasê” tê organîzekirin, vê carê şahî û hevdîtin birin gundê Sultantepeyê. Di şahiya li gund de ku li qada gund hat lidarxistin, zarokan lîstik lîstin û bi çalakiyên cihêreng kêf kirin. Jinan li ser kîsikên qumaşî yên vezîvirînê nexş çêkirin. Di heman demê de kontrola tenduristiyê ya giştî ku tê de pîvandina şekirê xwînê û tansiyon jî hebû, hate kirin û ji bo welatiyên astengdar û kal û pîran jî xizmetên lênêrîna kesane hatin pêşkêşkirin. 
 
Şaredarî dê di tevahiya havînê de heman hevdîtinan li 26 tax û gundên navçeyê li dar bixe.