’10 salên Malbat û Nifûsê navê hepskirina malê ye’
- 09:03 11 Hezîran 2026
- Rojane
STENBOL - Nûnera KCDP’ê ya Stenbolê Şîrîn Yalincakoglu diyar kir ku polîtîkayên 10 Salên Malbat û Nifûsê’ jinan tenê ji ser welidînê pênase dike û got," Jinan wek alav dibînin û dikin asta koletiyê. Ev nêzîkatî sûcê li hember jinan tê kirinê ye.”
Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ya Stenbolê Şîrîn Yalincakoglu der barê polîtîkayên 10 Salên Malbat û Nifûsê ku desthilatdariyê aşkera kir û wê heta 2035’an bi dome de axivî. Şîrîn Yalincakoglu daxuyakirin ku hewl tê dayîn jinan hepsî malê bikin û polîtîkayên mijara gotinê di alî jin, zarok û mêran de wê rê li ber encamên giran vebikin.
Şîrîn Yalincakoglu pêvajoya "sala malbatê" bi bîr xist û got ku di vê pêvajoyê de binpêkirinên mafan yên li hember zarokan ji rojevê neketine û wiha domand: “Di sala borî ku sala malbatê hat Îlankirin de me dît ku zarokên nû hatine dinê li nexweşxaneyan terkî mirinê hatine kirin. Zarok ji mafê perwerde, tenduristî û piştgiriya civakî têr fêde negirtin. Gelek zarokên ji ber pirsgirêkên aborî ji dibistanê dur ketine û ketine nav tora sûc hene.”
‘Nêzîkatiyeke ku jinan dike alav’
Şîrîn Yalincakoglu wiha pê de çû: “Di çarçoveya sala malbatê de jin tenê wek kesên zarokan tînin dinê tên pênasekirin. Berpirsyariyên jinan roj bi roj zêde dibin. Jin wek karkerên malê û kesên ku zarokan tînin dinê tên dîtin. Jin wek alav tên dîtin û wek kole tên dîtin. Ev biryareke ku hikûmetê girtiye û sûcê li dijî jinan e.”
‘Îfadeyên zarokan tune tên hesibandin’
Şîrîn Yalincakoglu balkişand ser pirsgirêka bêcezahiştinê û got: “Di doza îstîsmarê de îfadeyên zarokan sas nayên girtin. Îfadeyên zarokan tune tên hesibandin. Ev yek nikare bê qebûlkirin. Demek dirêje jinan di kalibên ‘jina makul’ de sînor dikin. Ev ferast ji aliyê jinan ve nayê qebûlkirin. Jin serî li dijî vê natewînin. Şerên aboriyê yên li welat jinan hem xebatê hem jî li welidînê dide zorê. Li ser jinan zextên piralî hene.”
‘Ev polîtîka dikare tundiyê zêde bike’
Şîrîn Yanlicakoglu wiha dawî lê anî: “10 Salên Malbat û Nifûsê hedef dike ku jinan hepsê malê bike. Ev nêzîkatî jî feraseta serdest ya mêr xurt dike. Peyama ‘jin malê te ye ya teye tu dikarî her tiştî bikî’ didin mêr. Ev polîtîka jî jinan ji civakê dur dixe. Ev polîtîka tundiyê zêde dike.Jin ne mecburin li dijî van serî bitewînin. Em divê li dijî vê têbikoşin. Em li virin. Em wek platform ji rêxistinbûnê re vekirîne.”








