ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2026'AN

  • 09:00 1 Hezîran 2026
  • Rojane
*Sûlava Kanîspiyê, ku ji bilindahiya çend metreyan li Şaxê diherike, bi dîmenên xwe yên bêhempa û herikîna xwe ya bihêz bala mêvanan dikişîne. DÎMEN HEYE 
 
*Biraziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Gulsum Ocalan ku cara yekem di serdana betlaneyê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, diyar kir ku divê tecrîda berdewam bi dawî bibe û got, "Bi salan e ez bi heyecan im û xeyal dikim ku bi wî re rû bi rû hevdîtinê bikim. Di kêliya ku min ew dît de fikarên min bi dawî bûn. Ji bo ku pêvajo bi ser bikeve, divê tecrîd bi dawî bibe."DÎMEN HEYE 
 
* Gulistan Kanîreş, yek ji dengên nû yên wêjeya jinên Kurd, dema ku jiyan û berxwedana Evîn Goyî vedigot, teqez kir ku zimanê Kurdî ne tenê zimanek e, lê di heman demê de hilgirê bîranîn, şîn û rastiya jinan e jî. Gulistan Kanîreş diyar kir ku heta jin binivîsin dîrok nayê bêdengkirin û got ku her hevokek ji pênûsên jinan derdikeve zimanekî jiyanê ye ku li dijî înkarê hatiye avakirin.DÎMEN HEYE