YPJ’ê piştgirî da tîma jinan a El-Hîlal

  • 20:45 23 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîneyên Paratina Jinan (YPJ) bal kişand ser girîngiya berdewamiya piştgiriya werzîşa jinan û parastina mafên lîstikvanên jin.
 
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinan li Rojavayê Kurdistanê, di civîna ku bi lîstikvanên tîma El-Hîlal re li dar xist de li ser pirsgirêkên ku lîstikvan di demên dawî de bi wan re rû bi rû mane nîqaş hatin kirin û YPJ’ê piştgiriya xwe ji bo tîma Jinan a El-Hîlal ragihand.
 
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinan li Rojavayê Kurdistanê pêşwaziya şandeyek ji tîma Yaneya Jinan a El-Hîlal kir her wiha civîneke berfireh li dar xist û tê de pirsgirêkên ku lîstikvan di demên dawî de rastî wan hatine, hatin nîqaşkirin. Nemaze piştî biryarên cezayî yên ku rêveberiya yaneyê li dijî hejmarek lîstikvanên Kurd girtine.
 
Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn û Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed û Endama Meclisa Leşkerî Destîna Heleb beşdarî civînê bûn. Civînê peyamên zelal ên piştgiriyê ji bo pêşveçûna tîmê û ji bo werzîşa jinan li herêmê da.
 
Tîma El-Hîlal di pêşbirkên herêmî de modelek serkeftî temsîl kir
 
Di civînê de Fermandariya YPJ’ê tekezî li ser girîngiya piştgiriya berdewam ji bo werzîşên jinan û dabînkirina hawirdoreke ewle û dadwer ji bo werzîşvanên jin kir. Her wiha hat destînşankirin ku tîma El-Hîlal di pêşbirkên herêmî de modeleke serkeftî temsîl kiriye û parastina aramî û pêşketina wê berpirsiyariyek kolektîf e. Lîstikvanan di salên dawî de performansên berbiçav pêşkêş kirin, tîmê kirin hêzek berbiçav di Lîga Jinên Sûriyeyê de.
 
‘Em ê dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ biparêzin’
 
Lîstikvanên tîma El-Hîlal spasiya xwe ji Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinan re ji bo helwesta wan a piştgiriyê diyar kirin û destnîşan kirin ku ew piştgirî nîşan didin û wiha gotin: “Ev yek pabendbûnek rastîn a bi pirsgirêk û mafên jinan e, hem di qada werzîşê de hem jî di warên civakî yên berfireh de, nîşan dide. Em piştrast dikin ku bi awayê herî baş em ê nûnertiya jinan bikin û dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ biparêzin.”
 
Cezayên li dijî lîstikvanên Kurd
 
Rêveberiya tîma jinan a El-Hîlal, diyar kir ku piştî wan daxwaza paşxistina pîrozbahiya şampiyoniya Lîga Premier a Sûriyeyê ji bo hevgirtina bi malbatên şehîd û girtiyên li Rojavayê Kurdistanê re kir, tedbîrên dîsîplînê li ser hejmarek lîstikvanên Kurd hat ferzkirin.
 
Cezayan dûrxistina lîstikvanan ji Şampiyoniya Rojavayê Asyayê ya ku ji bo Tîrmeha bê hatiye plankirin, bêparkirina wan ji mafên wan ên darayî û rewşa wan wekî “nelihev” hesibandin. 
 
Li gorî daxuyaniya tîmê, lîstikvanan sezona borî tevî tiştê ku di daxuyaniyê de wekî “zext û sînordarkirin” hat binavkirin, performansek bêhempa nîşan dan û karîn sernavên “Lîga Jinan” û “Lîga Ciwanan” bi dest bixin.
 
Tîma jinan a El-Hîlal a li  bajarê Qamişloyê yek ji tîmên jinan ên herî navdar e li Sûriyeyê, ji ber ku piştî di maça dawî ya Nîsana borî de tîma jinan a Humsê bi golek beramberî sifir têk bir, cara sêyemîn li pey hev di Lîga Jinên Sûriyeyê ya sezona 2025-2026’an de bi ser ket.