Dayika Aştiyê Zekiye Alîm jiyana xwe ji dest da
- 20:31 7 Nîsan 2026
- Rojane
ANTALYA - Dayika Aştiyê Zekiye Alîm a ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Kepezê ji ber pençeşêrê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Dayika Aştiyê Zekiye Alim a 83 salî ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Kepezê ya Antalyayê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Zekiye Alim ku li Wanê dima, demek berê ji bo dermankirinê kurê wê ew anîbû cem xwe Antalyayê û li vir dest bi dermankirina wê hatibû kirin.
Cenazeyê Zekiye Alim dê li navçeya Kepezê li Goristana Varsakê bê veşartin.







