Dê gel ber bi Amarayê ve bimeşe

  • 10:05 4 Nîsan 2026
  • Rojane
RIHA - Gelê ku dê bi dirûşmeya "Bi Rêbertiya Azad ber bi Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk ve" ber bi gundê Amarayê ve bimeşe, li Parka 4'ê Nîsanê kom bû. 
 
Di roja 4'em a Rojên Mihricana Amarayê de gel amadekariya xwe dike ku ber bi gundê Amarayê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bimeşe. Dê Veyseî Aktaş û Çetîn Arkaş, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Înîsyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gülcan Kaçmaz Sayyîgît û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî beşdarî meşê bibin.
 
Girseya ku ji bo meşê li Parka 4'ê Nîsanê kom bû, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” û “Ciwan fedaiyên Apo ne" berz dike.