Girtina aktîvîsta ekolojiyê Esra Işik hat protestokirin

  • 21:37 1 Nîsan 2026
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Li Alsancak a Îzmîrê, ji bo şermezarkirina girtina aktîvîsta ekolojiyê Esra Işik û gundiyên Îkizkoyê yên ku li dijî biryara îstîmlaqkirina li Mîlasê derketibûn, daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku dê têkoşîna wan bidome.
 
Sendîkaya Karkerên Çandiniyê (Tarim-Sen), li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê, ji bo şermezarkirina girtina Esra Işik a ku li dijî xebatên keşfê yên ji bo vekirina kana komirê li navçeya Mîlas a Muglayê derketibû, daxuyaniyek çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila Esra Işik bê berdan” hat vekirin û dovîzên “Dest nede zeytûnên min”, “Dest nede hewa, av û axa min” û “Dawî li îstimlaq kirina lezgîn bînin” hatin hilgirtin. Di çalakiyê de gelek caran sloganên “Zext, binçavkirin û girtin nikarin me bêzar bikin”, “Limak biqeşite, Akbelen a me ye” û “Bila Esra Işik serbest bê berdan” hatin berz kirin. Di daxuyaniyê de nameya Esra Işik hat xwendin û metna çapemeniyê ji aliyê Beyzanur Çavdar ve hat xwendin.
 
Beyzanur Çavdar bal kişand ser ku Esra Işik ji ber li dijî desteserkirina gund û axa xwe li ber xwe daye hatiye girtin û diyar kir ku bi zagona madenê ya sala 2025an re bi dehan gund koordînatên wê bi holdîngan re hatine parve kirin û bûne armanc. Beyzanur Çavdar anî ziman ku li Îkizkoy û gundên derdorê talanek mezin a zeytûnan tê kirin û got: “Di 10ê çileya 2026an de bi îmzeya Serokkomar biryara ‘îstimlaqkirina lezgîn’ hat dayîn. Di şevekê de 7 gund û 679 parsel, di nav de Îkizkoy jî heye, hatin xespkirin. Ji bo pêkanîna vê biryarê, diviyabû bihayên erdan bihatana tespîtkirin. Bi vî rengî gundî wê ji cih û warên xwe bihatana derxistin. Berxwedana Esra û gundiyan, tam li dijî vê matematîkê bû. Em dizanin ku li her derê ku têkoşîna ked, rûmet û heysiyetê bilind dibe, daraza di bin fermana holdîngan de ji bo tepisandina van têkoşînan zû dikeve dewrê. Heyeta keşfê ya ku ji bo tespîtê hatibû gundan, li gorî berjewendiyên Şîrketa Enerjiyê ya Yenikoy, bêyî agahdarkirina gundiyan û bi şêweyekî ‘me biyar da û pêk hat’ xwest vê pêvajoyê bimeşîne. Esra û heyeta gundiyan li dijî vê helwestê derketin. Cendirme wekî cerdevanên şîrketê tevgeriya û rê li ber parastina zeviyên gundiyan girt. Di 30ê Adarê de Esra bang li Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûra Bingehîn kir ku berî hilweşandineke mezin pêk bê, biryara sekinandina vê qanûnê bidin. Banga Esra di heman demê de teşhîrkirina neyasayîbûna keşfê bû. Em jî tînin ziman xebatên keşfê yên li herêmê neyasayî ne.
 
Beyzanur Çavdar anî ziman ku gundiyên ji bo mafên xwe yên destûra bingehîn li ber xwe didin, rastî cendirmeyan hatine û wiha pê de çû: “Esra li dijî neheqiyê serî hilda. Ev serhildana wê ya mafdar heyeta keşfê aciz kir û giliyê wê kirin. Saet di 23.50î de Esra li mala xwe ya li gund hat binçavkirin û biryareke neheq hat girtin. Esra ji bo parastina gund, ax, ked û pêşeroja xwe hat girtin. Em îro li vir in ku bibêjin ‘Esra Işik ne bi tenê ye’. Em ê Esrayê ji destê daraza holdingparêz rizgar bikin.”
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmirê Îbrahim Akin jî piştî daxuyaniyê axivî û got: “Niha li Îkizkoy, Akbelen û Altıkoyê keşf tê kirin. Ev mesele ne tenê meseleya Akbelen û Îkîzkoyê ye Gundî ne tenê axa xwe, lê hewa û ava vî welatî diparêzin. Girtina Esra, xespkirina mafê parastina jiyanê ye ku di xala 56emîn a Destûra Bingehîn de cih digire. Dewlet niha ne ji bo gel, lê ji bo nûnerê şîrketan tevdigere. Em bang li Wezareta Dadê, Wezareta Karên Hundir û Walîtiya Muglayê dikin: Nebin şirîkê vê bêhiqûqiyê û dev ji vê polîtîkaya dijminatiya li hemberî gel berdin.”