HRANA: 17 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
- 11:31 30 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA'yê ragihand ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di nava 24 saetên dawî de di êrişan de 17 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûne.
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) têkildarî êrişên 24 saetên dawî yên ji ber şerê Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê raporek weşand.
Li gorî vê yekê li 18 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzî 360 êriş pêk hatin. 35 baregehên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, depoyên neftê û jêrxanên enerjiya atomî yên Îranê hatin hedefgirtin.
Hate ragihandin ku di encama êrişan de 17 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 8 sivîl jî birîndar bûne. Hate diyarkirin ku herî zêde êriş li Tehran, Esfehan, Elborz, Hurmizgan, Fars û Mazenderan pêk hatin.
Li gorî daneyên nefermî, ji destpêka şerê navbera Îsraîl-DYE û Îranê ku di 28’ê Sibata 2026’an de destpê kiriye ve, heta doh hezar û 568 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Ji van 236 jê zarokên temenê wan di binê 18 salî de bûn.







