Li Girtîgeha Sîncanê derbarê şahiya Newrozê de lêpirsîn

  • 16:17 26 Adar 2026
  • Rojane
ENQERE - Li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê li dijî girtiyên siyasî bi hinceta pîrozbahiya Cejna Newrozê lêpirsîn hat destpêkirin.
 
Li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê li dijî girtiyên jin ji ber pîrozbahiya Cejna Newrozê lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkiri. Li gorî belgeyeke fermî ya ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye şandin, lêpirsîn ji ber ku tê îdiakirin ku girtiyên jin di 21ê Adara 2026'an de li cihê werzîşê stran gotine û govend girtine û"agirekî piçûk pêxistine" hatiye destpêkirin.
 
Di belgeyê de tê gotin ku lêpirsîna dîsîplînê li dijî girtiyan bi hinceta pîrozbahiya Cejna Newrozê hatiye destpêkirin û ji wan hatiye xwestin ku parastina xwe bikin.
 
Ji aliyê din ve, tê zanîn ku berê jî li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê lêpirsînên dîsîplînê yên bi heman rengî bi heman hincetan hatibûn destpêkirin.