Heyeta Îmraliyê wê roja Înê diçe Îmraliyê

  • 12:48 26 Adar 2026
  • Rojane
ENQERE - Hate ragihandin ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê 27'ê Adarê roja Înê serdana Îmraliyê bike û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûnê.
 
Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê lidar xist.
 
Ayşegul Dogan anî ziman ku endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol wê roja Înê li Îmraliyê hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin.