Di Newroza Hezexê de postere Rahşan Demirel vekirin
- 22:59 23 Adar 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê, bi pêşengiya TJAyê meşa Newrozê ya bi meşaleyan hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de posterê Rehşan Demîrel hat hilgirtin.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) pîrozbahiyekê bi coş a Newrozê hat lidarxistin. Gelek welatî beşdarî pîrozbahiya ku li Taxa Atakentê pêk hat, bûn.
Jinên ku li ber avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Hezexê hatin cem hev, bi meşaleyan ber bi qada pîrozbahiyê ve meşiyan. Jinan di meşê de posterê Rehşan Demîrel a ku di sala 1992yan de ji bo protestokirina êrişên li ser pîrozbahiyên Newrozê laşê xwe dabû ber agir, hilgirtin.
Di dema meşê de bi domdarî dirûşmên “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Newroza te pîroz be ey Serok Apo” hatin berzkirin. Dema ku jin gihîştin qada pîrozbahiyê, coş zede bû û fîşekên hewayî hatin teqandin.
Jinan bi meşaleyên di destên xwe de agirê Newrozê vêxistin. Jinan li dora agir, strana koma Agirê Jiyan a bi navê “Rehşanê Rehşan” stirîn. Girseya ku li dora agir bûbû xelek, bi yek dengî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Di dawiyê de banga tevlîbûnê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya mezin a ku dê di 25ê Adarê de li Hezexê bê lidarxistin, hat kirin.
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.







