Li Bûrsayê Newrozê bi govendê dest pê kir
- 13:01 22 Adar 2026
- Rojane
BÛRSA - Pîrozbahiyên Cejna Newrozê li Bûrsayê bi govendê li xalên kontrolê dest pê kirin.
Cejna Newrozê li Meydana Bazara Arabayatagi ya navçeya Yildirim a Bursayê bi dirûşmeyên "Newroza Azadî û Demokrasiyê" û "Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk" tê pîrozkirin. Welatî bi cilên neteweyî û yên bi rengên kesk û sor û zer gihîştin qada Newrozê. Ciwan li xala kontrolê kom bûn û bi govendê pîrozbahiyê dest pê kir.
Di çarçoveya bernameya Newrozê de, tê payîn ku Parlamenterê Agiriyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Sirri Sakik û Parlamentera Stenbolê, Kezban Konukçu, axaftinê bikin.
Hûrgiliyên din dê piştre werin…







