MKG û DFG: Nûjiyan Erhan ji bo heqîqetê li berxwe da
- 13:17 22 Adar 2026
- Rojane
AMED - MKG û DFG'ê bi munasebeta salvegera qetilkirina Nûjiyan Erhan de peyamek parve kir. Di peyamê de hat gotin Nûjiyan Erhan ji bo şopandina heqîqetê li berxwe daye.
Rojnameger Nûjiyan Erhan di 3'yê Adara 2017'an de li Şengalê di êrîşa "Pêşmergeyên Roj" ên girêdayî PDK'ê de li bajarokê Xanesorê birîndar bû. Piştre di 22'yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezoptamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi munasebeta salvegera qetilkirina Nûjiyan Erhan de peyamek parve kir.
MKG'ê di peyama xwe de wiha got:"
"Rojnameger Nûjiyan Erhan di 3'yê Adara 2017'an de li Şengalê di êrîşa "Pêşmergeyên Roj" ên girêdayî PDK'ê de li bajarokê Xanesorê birîndar bû. Piştre di 22'yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Em Nûjiyan Erhan a ji bo şopandina heqîqetê her li berxwe da bi serhildanê bi bîr tînin.
Nûjiyan Erhan bi têkoşîna xwe bû sembola azadî û rastiyê. Wê her tim bi pênûs û kameraya xwe hewl da rastiyê derxe holê. Di êrişa hovane ya DAÎŞ'ê de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, jin li bazaran wekî koleyan hatin firotin, bi sed hezaran kes ji warên xwe hatin kirin. Nûjiyan Erhan di vê serdemê de bû dengê jinên Êzidî. Wê bi vê têkoşîna xwe ya bi rûmet navê xwe di rûpelên dîrokê de, da nivîsandin. Em bejna xwe li hemberî vê têkoşînê ditewînin."
DFG: Em soza ji bo rastiyê dubare dikin
DFG'ê jî di peyama xwe ya parvekir de wiha got:
"Em rojnamevan Nûjiyan Erhan a ku di 3'yê Adara 2017'an de li Şingalê di êrîşa "Pêşmergeyên Roj" ên girêdayî PDK'ê de li ser bajarokê Xanesorê hate birîndarkirin û di 22'yê Adarê de jiyana xwe ji dest dayî bi rêzdarî bi bîr tînin.
Em Nûjiyan Erhan di salvegera kuştina wê de bi rêz û minetdarî bi bîr tînin. Têkoşîna wê ya ji bo rastiyê dê di kevneşopiya çapemeniya azad de bijî. Penûs, kameraya wê û berxwedana wê dê rêberiya rojnamevanên ku li pey rastiyê ne bikin. Em bi rêzdarî li ber bîranîna Nûjiyan Erhan ditewînin û soza xwe ya ji bo berfirehkirina têkoşîna ji bo rastiyê dubare dikin."







