Di doza tecewizê de xemsariya daraz û dewletê!
- 12:14 28 Sibat 2026
- Rojane
Melek Avci - Azîze Akoglu
MERSÎN - Li Mersînê, pêvajoya doza zarokek ku ji aliyê Mehmet Gurî Akin ve tecawiz lê hatiye kirin û paşê ducanî bûye û zarok aniye dinyayê, xemsariya di derbarê berdana sûcdar di bin çavdêriya darazê de, kêmasiyên di pêvajoya doza gelemperiyê de de û nekomkirina delîlan wekî nimûneyên xwîn û DNA'yê derxistiye holê. Herwiha hat diyarkirin ku tu kesî jî xwe negîhandiye malbatê.
Hat îdakirin ku di sala 2025'an de, li navçeya Toroslar a Mersînê, zarokek ji aliyê Mehmet Guri Akin ve tecawiz lê hatiye kirin. Piştî ku zarok nexweş ket û ji aliyê malbata xwe ve birin nexweşxaneyê, hate dîtin ku ew 26 hefte ducanî ye. Piştî giliyê malbatê, derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin û îfadeya zarokê li Navenda Çavdêriya Zarokan (ÇÎM) hate girtin. Di îfadeya xwe ya destpêkê de, zarokê got ku Mehmet Guri Akin ê 52 salî tecawizî wê kiriye û vê yekê piştre bi awayekî sîstematîk berdewam kiriye û ji ber ku ew hatiye tirsandin ji kesî re bahsa wê nekiriye û anî ziman ku ducanîbûna wê jî ji ber tecawizê ye.
Piştî zext li malbatê hat kirin malbatê giliyê xwe paşve kişand û tawanbar hat berdan
Li gorî raporan, piştî ku bûyer derket holê, tawanbar Mehmet Guri Akın û malbata wî li hember malbat û zarokê dest bi zext û gefan kirin. Piştî van zext û gehafn dayika zarokê gilînameya xwe vekişand û got, "Ez nikarim bi vê malbatê re mijûl bibim" û zarokê jî îfadeya xwe guhert û gilînameya xwe vekişand. Piştî vekişandina gilînameyan, Dadgeha Sulhê ya Mersînê biryar da ku tawanbar bi şertê kontrola edlî berde.
Her çend pêvajoya lêpirsîn/darizandinê bi gilînameya destpêkê ya dayikê bi tohmeta "îstîsmara zayendî ya giran a li ser zarokekê" dest pê kir jî,- hate gotin ku Mehmet Guri Akın îdia kiriye ku pitik ne ya wî ye. Tevî biryara girtina nimûneyên xwîn û DNA'yê di meha Çileyê de piştî jidayikbûna pitikê, doz bê berdewamî hat hiştin, prosedur nehatin temamkirin û kêmasî hatin dîtin. Hat destnîşankirin ku ji bo girtina tawanbar tu tişt nehatiye kirin û ji bo zarok û pitikê tu pêvajoyek çavdêrî/şopandinê pêk nehatiye û doz di rewşek neçareserkirinê de hat hiştin.
Xemsariya darazê
Hin rayedar û xebatkarên xizmetên civakî yên ku em bi wan re axivîn diyar kirin ku bi liberçavgirtina îfadeya zarokê û rastiya ku ew di bin 18 salî de ye, divê lêpirsîn bi bandor bihata kirin, doza gelemperiyê bi baldarî bihata şopandin û sûcdar di vê qonaxê de dema ku di girtîgehê de bû bihata darizandin. Wan destnîşan kir ku di pêvajoyê de xemsariya darazê hebû.
Doz bi jidayikbûna pitikê ji nû ve ket rojevê
Her çend îdîayên hewldana veşartina tecawiza zarokê berdewam dikin jî hat diyarkirin ku zarok di Çileya borî de pitik anî dinyayê. Lêbelê, agahdariya li ser ka jidayikbûn li nexweşxaneyek dewletê, li malê, an jî li nexweşxaneyek taybet çêbûye tune ye. Hat destnîşankirin ku zarok, ji ber ku di bin 18 salî de ye, dibe ku ji ber fikara "polîsên nexweşxaneyê dê rewşê rapor bikin" nebirine saziyek tenduristiyê.
Pitik li ku hate danîn?
Niştecihên taxê ragihandin ku di dawiya meha Çileyê de, agahî belav bû ku "pitikek li ber dikanekê hatiye danîn." Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, pitik li ber dikana ku Mehmet Guri Akın lê dixebitî hatiye danîn.
Piştî belavbûna agahiya bûyerê, hate îdiakirin ku zarok bi zorê bi kesê tecwizî wê kiriye re hatiye zewicandin. Her wiha hate îdiakirin ku sûcdar ji bo pitikê nasname derxistiye, piştî vê yekê pitik birine Saziya Parastina Zarokan. Her wiha, hate destnîşankirin ku sûcdar gefê li zarok û dayika wê dixwe.
Ji malbatê tu agahî tune ye
Piştî ku sûcdar ji lêkolîna me agahdar bû, hate ragihandin ku parêzerê zarokê bersiva hewldanên me yên ji bo pêwendiyê nedaye. Niştecihên taxê diyar kirin ku zarok û diya wê piştî vê bûyerê koçî cîhek din kirine.
Di vê navberê de, dema ku me ji sûcdar Mehmet Guri Akın li ser bûyerê pirs pirsîn, wî îdia kir ku pitik ne ya wî ye û derbarê malbatê de ku kes nikare xwe bigihîniyê wî gotiye, "Heke hûn bixwazin, ez dikarim zarokê, dayik û meta wê bînim pêşberî we."
Pirsên bêbersiv
Hat gotin ku malbatê li qereqola polîsan gilî li ser ducaniya ji ber tecawiza zarokê çêbûye kiriye, lê paşê gilî vekişandiye; lêbelê, doz bi bandor nehat şopandin û sûcdar bi şertê kontirola edlî hat berdan. Pirsên ku çima pêvajoya DNA/delîlan temam nebû tevî ku îfadeya zarok li Navenda Parastina Zarokan hate girtin, çima rewşa zarok û pitikê nehat şopandin û çima Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî mudaxeleyî pêvajoyê nekir, bêbersiv mane.
Her çend îdiayên ku dibêjin pitik bi nasnameyek li ser navê sûcdar hatiye qeydkirin jî pitik piştre radestî Saziya Parastina Zarokan hatiye kirin, hatiye ragihandin ku xizmên sûcdar ku me hewl da di derbarê mijarê de bigihîjin wan, tpirsên me jî red kirin.







