Li Dîlokê civîna gel hat lidarxistin

  • 17:52 15 Sibat 2026
  • Rojane
DÎLOK - Li Dîlokê civînek giştî ji bo şirovekirina komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin. 
 
Rêxistina bajarê Dîlokê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo bîranîna 27'emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek giştî li dar xist. 
 
Civînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.