Li Mexmûrê Komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

  • 12:58 15 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 27’emîn salvegera Komploya Navbetewî ya kul i dijî Rêber Apo pêk hatî, bi meşeke girseyî hate şermezarkirin.
 
Bi hezaran şêniyên wargeha Mexmûrê li pêş Saziya Malbatên Şehîdan kom bû û dest bi meşê kirin. Gel di meşê de bênavber dirûşmeya, “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo” berz kir. Gelê wargehê bi alên KCK’ê, wêneyên Rêber Apo meşa xwe heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî domand. Meş li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya wargehê bidawî bû.
 
Girseya ku li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî kombû, di şexsê Şehîdên Komploya Navnetewî de ji bo tevahî Şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz girt. Piştî rêz girtînê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak ve daxuyanî hate dayîn.
 
Fîlîz Budak di axaftina xwe de şehîdên şoreşê bibîr anî û wiha axivî: “Di kesayeta Şehîdên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ de em hemû şehîdên Şoreşa Kurdistanê bibîr tînin û soza domandina têkoşîna wan didin. 27 sal berî niha seranserê welat bi dehan ciwanên Kurd bedena xwe li dora Rêber Apo kirin xeleka ji agir. Li kolanên Ewrûpa û hemû Kurdistanê ciwanan qîr dikirin û digotin ‘Bê Serok Jiyan Nabe û Li Welatê Me Yek Roj Heye.’ Ciwanên Kurd di bin vê dirûşmeyê de canê xwe feda kirin û komploya navnetewî vala derxistin. Em saya wan gihîştin vê rojê. Di encama têkoşîna gelê Kurd de gelê Kurd, jin û ciwan serketin. Em ji bo xwe gihandina vê rojê mînetdarî wan ciwanan in.”
 
Fîlîz Budak bal kişand ser armanca Komploya Navnetewî jî û axaftina xwe de wiha domand: “Hêzên komploger li ser têkbirina Têkoşîna Azadiya gelê Kurd li hev kirin û di sala 1998’an de vê komployê dan destpê kirin. Rêber Apo û gelê Kurd li pêşiya ji nû ve dizanynkirina Rojhilata Navîn wek astengkek didîtin û ji ber vê li dijî Rêbertiya me vê komployê pêk anîn. Ev berdewamê Lozan û Sykes Pîcotê ye. Bi van kiryarên xwe û ji ber ku her carê Rêberên Kurdan bi sêdarê kirine encam girtibûn, wisa fikirîn ku wê bi dîlgirtina Rêber Apo jî têkoşîna gelê Kurd bidawî bikin. Lê ya ku nedîtîn bû Rêber Apo felsefe bû û ji 7 heta 70 salî hemû gelê Kurd wek Rêberê xwe didît û xwedî derdiket. Di encama vê têkoşînê de komplo vale derket. Rêber Apo tenê bi awayek fîzîkî dîl girtî ma, lê bi awayek felsefîk û fikrî azade. Lewra jî ev komplo vala derket. Armanca vê komployê Kurdistan sed sal din jî mêtîngeh kirin bû.”
 
Fîlîz Budak di axavtina xwe de bal kişand ser têkoşîna Rêber Apo û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê jî û wiha got: “Rêber Apo ligel êrişan tu carî ji têkoşîna xwe tawîz neda. Got di sosyalîzmê de israr di mirovbûnê de israr e. Em bi Rêber Apo û paradigmaya wî de mirovbûnê de israr dikin. Em netew-dewletê datînin aliyekî û pirengiya civakê esas digirin. Îro komploya navnetewî bi êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê didome. Bi van êrişan re êrişî fikir û felsefeya Rêber Apo kirin. Di encama têkoşîna 27 salan a Rêber Apo de derket holê ku kes nikare gelê Kurd di şer de nikare têk bibe. Hêzên navnetewî xwestin bi êrişên Rojava re têkoşîn û destkeftiyên gelê Kurd ji holê rakin. Lê gelê Kurd bi yekitiya netewî bersiva êrişan dan û dubare komplo vala derxistin. Êrişên kul i Rojava tê kirin, êrişên li ser Rêber Apo ne.”
 
Fîlîz Budak bang li gelê Kurd kir ku yekitiya netewî pêk bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala serkeftina gelê Kurd. Lewre gelê Kurd ber bi kongreya netewî ve diçe. Di tevahî Kurdistanê de yekîtiya gelê Kurd derketiye. Hemû cîhan bibe yek jî û ser me were jî em ê bi hev re berxwe bidin û serkevin. Ya girîng avakirina civaka demokratîke. Rêber Apo divê sedsalê de bi hezaran dost ji me re çêkirin. Bi rojan li tevahî cihanê xwedî derketina gelên cihanê ya Rêber Apo û têkoşîna gelê Kurd nîşaneya vê yeke ye. Ji ber vê em dibêjin tu her bijî Rêberê me ku nav gel de dijî. Bimre hêzên komploger.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên, “Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.